ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2023'YAN 2023-06-17 09:00:06   * AYM'ê cezayê ku bi sûcê "bêyî endamê rêxistinê be alîkariya rêxistinê kiriye" li Omer Mûtlû hatibû birîn, xera kir û biryar da ku înfaza Mûtlû bê sekinandin û jinûve bê darizandin.    * Di ser mirina Temer Temelê ku li ber deriyê mala xwe hat qetilkirin re 40 roj derbas bûn, lê hê jî lêpirsîn wekî berê ye. Biraziyê wî Ferhat Temel, bilêv kir ku tê xwestin ku bûyer weke bûyereke malbatî bê nîşandan û wiha pirsî: "Li gundekî ku bi kamerayan tê şopandin çawa dibe ku kiryar nayê dîtin?"    * Serlêdanên kursên kurdî yên Komeleya Lêkolînê ya Ziman, Çand û Hunerê ya Arsîsayê dest pê kirin.    * Li Mêrdînê di xebatên nûkirinê de yên li hin kuçeyên bajêr, berevajî kevirên ku di îhaleyê de hatine diyarkirin, kevirên ne li gor tevna dîrokî û yên erzan tên bikaranîn.   * Sewalvanên Bazara Heywanan a Wanê diyar kirin ku ji ber krîza aborî êdî kes nikare heywanan bikire û bifiroşe û xwestin ku qedexe û ambargoyên ku dibin sedema kûrbûna xizaniyê bên rakirin.    * Jinên li gundên Kerkût û Xolto yên bi ser navçeya Islahiyeyê ve hewl didin birînên erdhejê bipêçin, hêz ji kenên hev digirin.    * Li Girtîgeha Kirikkaleyê girtiyan li dijî zextan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kirin.    * Aktîvîsta jin Helene Erîn, diyar kir ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nikare bêdeng bê mayîn û anî ziman ku li dijî tecrîdê ew ê bi hemû beşên Ewropayê re bibin yek.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 817’emîn de beredewam bike.    * Denîz Poyraz a li avahiya HDP'a Îzmîrê hat qetilkirin dê di salvegera duyemîn de li ser gora xwe bê bibîranîn. (11.00-18.00)   * ÎHD û Xizmên Windayan dê li Amed, Êlih û Îzmîrê çalakiya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" li dar bixin. (11.00-13.00)   * Dayikên Şemiyê bi daxwaza li aqûbeta windayan bipirsin û kujer bên darizandin dê di hefteya 951'emîn de çalakiya xwe berdewam bikin. (12.00)    * ÎHD'a Stenbolê dê wek her hefteyê çalakiya "Rûniştina F" di hefteya 586'emîn de li ber avahiya xwe li dar bixe. (13.30)    * Sema Yuce di salvegera 25'emîn de dê li ser gora xwe ya li navçeya Dutaxê were bibîranîn. (15.00)   * Navenda Çanda Mezopotamya dê şahiya “Çîrokên  Xorasanê" li avahiya xwe ya li Beyoglûya Stenbolê li dar bixe. (20.00)