DBP’ê û HDP’ê serdana malbatên li Bismilê jiyana xwe ji dest dan kirin 2023-06-16 17:34:44   AMED - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz a serdana malbatên 9 kesên li navçeya Bismilê di şerê ji ber erd derketî de jiyana xwe ji dest dan kir, banga hestiyariyê û aştiyê li malbatan kir.    Li gundê Şidada yê navçeya Bismil a Amedê di navbera malbatên Alyamaç û Taş de ji ber erd şer derket û 9 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Komeleya Çand Yekitî Piştevanî, Alîkarî ya bi Malbatên Xizmên Xwe di Dêrgûşa Şaristaniyê de Windakirine re (MEBYA-DER), Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, Komeleya 78’an, Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) serdana malbatan kirin   Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz a serdana malbata Taş û Alyamaç kir, sersaxî ji malbatan xwest, daxwaz kir ku şerê di navbera wan de bi dawî bibe û banga hestiyarî û aştiyê kir.