Li ser giliya fermandar derbarê nûçeya me de lêpirsîn hate destpêkirin 2023-06-16 15:31:19   STENBOL - Nûçeya ajansa me ya bi serenavê “Fermandarê Garnîzonê ji îstîsmara zayendî ya li 15 leşkeran hate girtin” ku hate astengkirin, li ser giliyê fermandarê ku navê wê di nûçeyê de derbas dibe, lêpirsîn hate destpêkirin.    Nûçeya ajansa me ya bi serenavê “Fermandarê Garnîzonê yê Sakaryayê ji îstîsmara zayendî ya li 15 leşkeran hate girtin” di 10’ê cotmehê de hate servîskirin, hatibû astengkirin. Pişt re li ser giliyê Fermandarê Garnîzonê yê Sakaryayê Albay Fahrî Can Çaglar ê di nûçeyê de navê wî derbas dibe lêpirsîn hate destpêkirin. Midura ji Karên Nivîsan Berpirsyar a ajansa me Dîren Yûrtseer di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Sakaryayê ve hatiye destpêkirin lêpirsîn hate destpêkirin. Yûrtsever a li Navenda Polîsan a Taksîmê îfadeya wê hate wergirtin, diyar kir ku bûyer hêjayî nûçeyê ye û mafê nûçe wergirtinê ya civakê pêk anîne.