Li Dîlokê jinek hate qetilkirin 2023-06-16 15:27:24 RIHA - Jina bi navê Bîlge Kose û bavê xwe Ertugrul Kaya ji hêla Mercan Kose ve ku dixwest hev berdin, hatin qetilkirin.    Jina bi navê Bîlge Kose (25) ku li Taxa Atakent a navçeya Şehîtkamîl a navenda Dîlokê dijiya û bavê wê Ertugrul Kaya (47,) ji hêla Mertcan Kose (25) ve hatin qetilkirin. Hat zanîn ku Bîlge Kose û Mertcan Kose di qonaxa hevberdanê de bûn. Li gorî agahiyan, Mertcan Kose bi wesayîtê pêşî li ber Bîlge Kose û bavê wê girt û qetil kir. Piştî agahdarkirinê, ekîbên polîs û tenduristiyê li cihê bûyerê hatin sewqkirin. Ertugrul Kaya û Bîlge Kose bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyeke taybet û tevî hemû mudaxaleyan jî nehatin xelaskirin.    Hat zanîn ku faîl Kose ji cihê bûyerê reviya ye.