Parêzer Suleyman Şahîn hate berdan 2023-06-16 10:10:48   AMED - Parêzer Suleyman Şahîn ku ji bo îfadeyê bide çû Edliyeya Amedê û bi fermana dozgeriyê hate binçavkirin, bi şertê kontrola edlî hate berdan.    Serdozgeriya Komarê ya Amedê di çarçoveya lêpirsîna li 21 bajaran bi rê ve dibir de ji bo 216 kesan biryara binçavkirinê dabû. Parêzer Suleyman Şahîn ku di nava van kesan de ye ji bo îfadeyê bide çû edliyeyê û pêr hate binçavkirin.    Şahîn ê bi biryara dozgeriyê hate binçavkirin, birin Miduriyeta Polîsan a Amedê. Şahîn ê kirariyên îfadeya wî li miduriyeta polîsan temam bûn, duh bi şev birin Edliyeya Amedê. Şahîn ê piştî îfadeya dozgeriyê bi daxwaza şertê kontrola edlî sewqî Dadgeha Ceza ya Sulh hate kirin, piştî îfade da dadgehê hate berdan.    Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê hate birêvebirin de di 25’ê nîsanê de di serdegirtinên malan ên li 21 bajaran de 191 kes hatibûn binçavkirin û rojnamevan û parêzer di nav de 50 kesan zêdetir hatibûn girtin.