Rêveber û mamosteyê MED-DER'ê: Deriyê me ji bo her kesî vekirî ye 2023-06-16 09:02:34   AMED - Rêveber û mamosteyê MED-DER’ê Mehmet Mazhar Aktaş têkildarî xebatên komeleyê axivî û banga serlêdanê ya kargehên nû û hînbûna ziman kir.    Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) ku di meha kanûna 2017’an de li Amedê vebû, ji bo zimanêk kurdî bi salan e xebatên xwe dimeşîne. Li gelek navend û navçeyan şax vekiriye û xizmeta zimanê kurdî dike. Di aliyê hînkirina ziman de bi sedan mamoste û şagirt gihandin e û hê jî bênavber dixebite. Bi mamosteyên xwe yên bispor re di serdema nû de jî, ji bo kargeh û atolyeyên xwe serlêdanan qebûl dikin.    PÊŞKETINEK ÇÊBÛYE LÊ TÊR NEKIRIYE    Rêveberê MED-DER’ê Mehmet Mazhar Aktaş destnîşan kir ku êdî ciwanên kurdan xwedî hestên neteweyî ne û ji bo hînbûna zimanê dayikê bi hişmendî tevdigerin. Aktaş diyar kir ku ciwanên nû li xwe vedigerin û ji bo hînbûna ziman serî li saziyê didin. Aktaş da zanîn ku heta ziman nekeve nava têkiliyên aborî pêş nakeve û wiha got: “Ya din jî fermîbûna ziman e. Heke ziman nebe zimanê fermî û bi ziman perwerdehî neyê dayîn wê ziman weke xwe bimîne. Ji 2006’an ve di aliyê zimanê kurdî de pêşketinek gelek mezin çêbû. Di aliyê pirtûk, helbest, roman, xwendin û nivîsandinê de hem zaraveyê kurmancî hem jî yê kirmanckî pêşketiye. Her wiha di ziman de jî nûbûyînek çêbûye.”   Mehmet Mazhar Aktaş   ‘EM NEGIHÎŞTIN ARMANCA XWE’   Aktaş da zanîn ku perwerde di dibistana seretayî de dest pê dike û ji ber vê yekê ew ne perwerdekariyê, ew hîndekariyê dikin. Aktaş têkildarî xebatên komeleyê jî ev agahî dan: “Em ji bo hînkirina ziman negihîştine armanca xwe. Bêderfetî, zext û qedexe di vê yekê de gelek bandor kir. Weke tê zanîn ku KURDÎ-DER hat desteserkirin û hemû alav û materyalên wê hatin birin. Wê çaxê li gorÎ wan derfetên di destê me de xwedî derketinek xurt çênebû. Her wiha dibistan hebûn û KURDÎ-DER’ê mamoste didan wan dibistanan. Lê qelsbûnek hebû ji hêla alikariyê de. Ji ber van tiştan em nikarin bibêjin serkeftî bû. Lê dîsa jî bi hezaran kes hatin di deriyê KURDÎ-DER’ê de derbas bûn û niha jî di deriyê MED-DER’ê de derbas dibin. Tên hînî xwendin û nivîsandina kurdî dibin û ev yek jî, ji bo me cihê şanaziyê ye.”    ‘DERIYÊ ME JI BO HER KESÎ VEKIRIYE’   Aktaş got ku li gor derfetan ew xebatên xwe dimeşînin lê heke li dijî vê pergalê, pergaleke nû neyê avakirin xetere heye. Aktaş bi bîr xist ku beriya van komeleyan jî dilxwazên vî zimanî ji bo pêşketina ziman xebatên xwe li gor derfetên xwe dimeşandin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Deriyê me ji bo her kesî 24 saetan vekirî ye. Ji 8 saliyan heta 16 saliyan em dikarin li vir xwendin, nivîsandin hwd. bi mamosteyên pispor re hîn bikin. Hem rû bi rû hem jî onlîne ast û ast em xebatên xwe dimeşînin. Şagirtên min hene ku malnişîn bûne, tên zimanê xwe li pêş dixin. Ji ber hinek zihmetiyên tîpên di alfabeyê de nikarin hêsanî bixwînin, lê tên vir û alfabeyê hîn dibin û êdî dikarin pirtûkên kurdî bixwînin.”   MA / Bazîd Evren