Hevserokê HDP’ê yê Dêrsimê yê berê hate binçavkirin 2023-06-16 07:55:39   DÊRSIM - Hevserokê HDP’ê yê Dêrsimê yê berê Hidir Çîçek, di encama serdegirtina mala xwe de hate binçavkirin.    Li Dêrsimê polîsan di saetên serê sibê de bi ser mala Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Dêrsimê yê berê Hidir Çîçek a li Taxa Sîhenkê de girtin. Piştî lêgerîna li malê hate kirin Çîçek hate binçavkirin.    Çîçek ê sedema binçavkirina wî nehate zanîn birin Miduriyeta Polîsan a Bajêr.