Ji QSD'ê têkildarî êrişên Tirkiyeyê daxuyanî 2023-06-15 23:11:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandariya Giştî ya QSD'ê destnîşan kir ku wê êrişên dewleta tirk bêbersiv nemînin û got: “Hêzên me dê ji her demê bêhtir parastina herêmê û pêkhateyên wê bikin.”   Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) têkildarî êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da.   Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:   "Dewleta Tirk a dagirker di vê hefteyê de êrişên xwe yên hovane yên li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nexasim ên li herêmên Şehbayê ku koçberên Efrînê tê de bi cih bûne û Minbic, Eyn Îsa û herêmên Cizîrê zêde kirine. Di encama hedefgirtina rasterast a şênî, jin û zarokan de 3 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 4 kes birîndar bûn. Di nav de 2 zarok hene.   Ev êriş ji demeke dirêj ve hatiye plankirin û li benda dema guncaw bûn, nexasim paşguhkirina sûcên belgekirî yên li dijî xaka Sûriyeyê û bi taybetî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê komeleyên navneteweyî yên berpirs ve, her wiha bêdengiya wan a li hember piştgirîdayîna rêxistinên terorîst ên li deverên dagirkirî bûn sedem.   ARMANCA WAN DAGIRKIRINA DEVERÊN DIN ÊN SÛRIYÊ YE   Em nikarin vê êrişê ji hewldanên dagirkeriyê cuda bikin ku dixwaze balê ji ser projeyên xwe yên mêtinger ên li Sûriyeyê û bandorên wê li ser pêşeroja yekitiya Sûriyeyê bikişîne. Dixwaze tevahî lihevkirinên niha û yên pêşerojê li gel hêzên navneteweyî ji bo mayîna hêz û çeteyên xwe li Sûriyeyê bi kar bîne. Ev armancên kirêt ên van êrişan e.   Propagandaya ku dewleta Tirk a dagirker li ser êrişa li dijî hêzên me dike, hewldanek ji bo lawazkirina hêzên nîştimanî ye ku li dijî planên wê yên mêtingeriyê ne. Lê êdî divê tevahî aliyên Sûriyeyê hişyar bin ku hewldana lawazkirina hêzên me tenê ji bo dagirkirina deverên din ên Sûriyeyê ye û bandorkirina serdestiyê niha û di pêşerojê de ye.     GELÊ ME BI VÎNA XWE LI BER XWE DIDE   Dewleta Tirk baş dizane ku ne tenê em lê belê gelê me bi vîna xwe li hember êrişên wê disekine. Em hişyariya nîştimanî ya gelê xwe silav dikin. Ji ber ku girîngiya berxwedana li hember êrişên dagirkeriyê baş nas kiriye. Em şervanên li eniyên şer û fedakariyên wan û şehîdên xwe silav dikin.   Domandina êrişên dewleta Tirk a dagirker û sûcên wê bêbersiv nemînin û hêzên me jî wê ji her demê zêdetir pabendî parastina herêmê û pêkhateyên wê û misogerkirina pêşerojeke ewle bin."