Polîsê rojnameger derb kirî tev li danişînê nebû 2023-06-15 15:56:55   XARPÊT - Dema rojnameger Ardil Batmaz li Xarpêtê nûçe dişopand, ji hêla polîs O.F.T. ve hatibû derbkirin. Polîsê êrişkar tev li danişîna dozê nebû.    Rojnameger Ardil Batmaz di 26'ê nîsana 2022'yan de dema li Xarpêtê serdana Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû û Wezîrê Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê Mûrat Kurum dişopand, ji hêla polîsê parastvanê şaredarê AKP'î Şahîn Şerefogûllari yê bi navê O.F.T ve hate derbkirin. Bi sedema “Birîndarkirina sivik” doz li polîsê êrişkar O.F.T. hatibû vekirin. Danişîna ewil a dozê li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Xarpêtê hat lidarxistin.    Polîsê bersûc O.F.T. tev li dozê nebû lê rojnameger Ardil Batmaz di danişînê de amade bû. Batmaz, di danişînê de parastina xwe kir û got ku ji sala 2017’an ve rojnamegeriyê dike, endamê Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS) ye û qerta wî ya Çapemeniya Navneteweyî heye. Batmaz, diyar kir ku bi rêya çapemeniya Walîtiya Xarpêtê nûçe dişopand û li dijî îfadeyê polîsê bersûc ên li dozgeriyê û îdianameyê derket.    Batmaz, bi domdarî got ku polîsê bersûc ji bo xwe ji ceza xelas bike îfade daye. Di heman demê de Batmaz têkildarî îdianameyê jî axivî û got ku dîmenên du kesên ew kaş kirin û ji qadê dûrxistin hene û ji van yek jê hatiye teşhîskirin lê tevî vê yekê jî derheqê wan de doz nehatiye vekirin. Batmaz, li dijî darizandina O.F.T. bi sedema “birîndarkirina sivik” derket û got ku diviya ji ber “astengkirina mafê azadî û xebatê” doz bihata vekirin.    Piştî îfadeyên Batmaz, dadgehê biryar da ku ji bo tespîtkirina navnîşana polîs bersûc muzekkere were nivîsandin û doz taloqî 2’yê mijdarê kir.