Malbata Şenyaşar: Em her roj gaveke din nêzî edaletê dibin 2023-06-15 14:49:08   RIHA - Malbata Şenyaşar a têkoşîna xwe ya edaletê didomîne ev peyam parve kir: “Têkoşîna me ya edaletê 5 sal li pey xwe hiştin. Em bi gavên ji xwe bawer her roj gaveke din nêzîkî edaletê dibin.”   Di 14’ê hezîrana 2018’an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kirin. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar xelas bûbû, di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 815’an de berdewam dike. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ji mala xwe ya Pirsûsê hatin ber Edliyeya Rihayê û li qada ku “Quncikê Edaletê yê Malbata Şenyaşar” tê zanîn dest bi nobetê kirin. Malbat pankarta ku li ser “Ji bo malbata Şenyaşar edalet” dinivîsand li ser bariyerên betonê daliqand û ji kesên ku riya wan dikeve edliyeyê re têkildarî tiştên hatine serê wan agahî parve kir.   Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dijital ev peyam parve kir: “Têkoşîna me ya edaletê sala xwe ya 5’emîn li pey xwe hişt. Em bi gavên ji xwe bawer her roj gavek din nêzîkî edaletê dibin. Wêrektiya me ji mafdarbûna me tê.”