Li Colemêrgê operasyona bertîlê: 7 jê polîs 31 kes hatin binçavkirin 2023-06-15 13:41:27   COLEMÊRG - Di serdegirtinên malan ên li navçeya Gever û Bajêrgeyê de bi hinceta li Deriyê Sînor ê Bajêrge bertîl wergirtine, 7 jê polîs 31 kes hatin binçavkirin.    Li navçeya Gever a Colemêrgê û bajaroka wê Bajêrgeyê di saetên serê sibê de bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinan de di nava wan de 8 karmendên parastina gumrik, yek jê komiser 7 polîs ên li Deriyê Sînor ê Bajêrgeyê peywîrdar û 16 welatî di nav de 31 kes hatin binçavkirin. Hate diyarkirin ku di encama operasyona li Miduriyeta Gumrikî ya Bajêrgeyê hate lidarxistin jî gelek dowîz, lîreyê tirkan û zêr hatine desteserkirin.    Hate diyarkirin ku 6 kesên di çarçoveya lêpirsînê de derbarê wan de biryara lêgerînê heye jî li navnîşanên xwe nebûne.