Şaredarê AKP’yî nahêle ku cotkar zadê xwe biçînin 2023-06-15 10:58:03   AMED - Şaredarê Hênê Îbrahîm Lale yê AKP’yî eraziyên çandiniyê yên girêdayî xezîneyê veguherand merayê û hat îdiakirin ji bo cotkar zadên biçînin bûye asteng.    Hat îdiakirin ku Şaredarê Hênê Îbrahîm Lale yê AKP’yî li gundê Qizilê yê bi ser naçveya Sûrê ve erdên çandiniyê yên welatiyan ku wek erdên xezîneyê tên zanîn li ser navê xwe çêkiriye û çewlîg lê çêkiriye û ji bo krediyê werbigire eraziyan veguherandiye qada merayê. Her wiha li ser daxwaza Lale yê AKP’yî rêyên ku diçin nav eraziyan ji aliyê leşkeran ve tên kontrolkirin û destûr nayê dayîn ku welatî biçin zadên xwe biçînin.    GEF HATIYE XWARIN    Biraziyê Îbrahîm Lale, Yunus Lale derbarê îdiayan de axivî û diyar kir ku bi salane ew van erdan radikin û îsal jî ceh danîne lê leşkeran bi hinceta “erdên merayê” ne destûr nedane wan ku cehê xwe biçînin. Yunus Lale anî ziman ku şaredar mamê wî ye û 18 meh in gefa li wan dixwe.    LEŞKER ZEXTAN DIKIN    Yunus Lale da zanîn ku şaredar bi ser leşkeran re zextan li wan dike û bi mehane keda ku dane erdên xwe niha jî destûr nayê ku biçin nav erdên xwe û zadê xwe biçînin.    Lale diyar kir ku gefa şewitandina bîçeran li xwediyê bîçeran hatiye xwarin û got: “Cehê me bi erdê re çû, lê nahêlin em biçin biçer bikin. Ji ber ku ew şaredarê partiya îktidarê ye, serdestiya xwe li me dike û dixwaze bi hêza îktidarê hemû tiştên ji destê me bigire. Şaredar bi xwediyên bîçeran re nîqaş kiriye. Piştre xwediyê bîçeran çûne li qereqola Sûrê îfade dane. Şaredar gefa ‘ez ê bîçerên we bişewitînim’ li xwediyê bîçeran xwariye û ev di girtekên îfadeyan de jî cih girtiye.”     DIXWAZE PIRSGIRÊK BIQEDE    Lale xwest çareseriyek ji pirsgirêka wan re bê dîtin û got: “Salek û nîv e leşker di ketin û derketina gund de disekinin. Em dixwazin hinek li ser vê meseleyê bisekinin. Em jî xelkê vir in. Em heq û hiqûqa xwe dixwazin.”    BERSIVA SERLÊDANÊ NEHATIYE   Lale got wan ji bo vê astengiyê bi rêya Qeymeqamiya Sûrê serî li Walîtiya Amedê dane lê ji 5’ê hêzîranê ve tu bersiva serlêdana wan nehatiye dayîn.    Hat zanîn ku ev erdên navborî di malpera Midûriyeta Giştî ya Tapû Kadastroyê de jî wek mera cih digire.