Biryara di doza Denîz Poyraz de ji hêla usûlê ve hate betalkirin 2023-06-15 10:33:03   ÎZMÎR - Dadgeha Îstînafê diyar kir ku di doza kujerê Denîz Poyraz, Onur Gencer de kêmasî hene û dosya ji hêla usûlê ve betal kir.    Kujerê bi navê Onur Gencer êrişî avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê kir û Denîz Poyraz qetil kir. Di doza kujer Gencer de dadgehê biryara jinûvedarizandinê da. Di danişîna dawî ya 27’ê kanûna 2022’yan a li 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê de ji ber sûcê “Kuştina bi zanebûn û biplankirî” cezayê muebbeta giran û ji ber sûcên “Binpêkirina parêzbendiya avahî”, “Ziyandayîna mal û milk” û “Muxalefeta li dijî qanûna çekan” jî 9 sal cezayê hefsê li kujer Gencer hate birîn. Hem parêzerên malbata Denîz Poyraz, hem dozger û hem jî parêzerên kujer Onur Gencer li dijî biryarê serî li Dadageha Edliyeya Herêmê dan.    Piştî serlêdanan, 1’emîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Edliye ya Herêma Îzmîrê di 8’ê hezîranê de biryara dadgehê ji hêla usûlê ve betal kir û li 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê vegerand. Dadgehê, diyar kir ku di dosyayê di hinek girtekan de îmze kêm in, biryara bihincet ji parêzeran re nehatiye teblîgkirin û nivîsên têkildarî teblîgê li dosyayê nehatine zêdekirin. Dadgeha Îstînafê biryar da ku kêmanî bên temamkirin û dosya dîsa were şandin.    DOSYA BI LEZ Û BEZ GIRTIN   Ji parêzerên Doza Denîz Poyraz, Turkan Aslan Agaç têkildarî geşedanên di dosyayê de axivî û wiha got: “Îfadeyê Onur Gencer di nava 18 saetan de hate wergirtin û hate girtin. Lêpirsîn bi kîjan rêbazê dest pê kiribe wisa hate domandin. Di pêvajoya lêpirsînê de gelek delîlên nehatin komkirin hebûn. Lê belê îdianame di nava demekî kin ê bi qasî du meh û nîvan de hate amadekirin. Piştre jî danişîna dozê dan kanûna heman salê. Xwestin vê dosyayê bi lez û bez ji rojeva Tirkiyeyê bixin. Lewma jî aliyê rastiya madî hate paşguhkirin. Tevî ku li dijî partiyeke siyasî êriş hatiye kirin û li dijî pergala makeqanûnê sûc hatiye kirin jî, pêvajoyeke lêpirsîn û darizandinê ya li gorî vê girîngiyê nehat meşandin. Ji bo kesên ev kes ji bo êrişê sor kirin, yên alîkarî dayîn û kesên ev rewş afirandin neyên darizandin, pêvajoyeke wiha birêve birin.”    SEDEMÊN SERLÊDANA JI BO ÎSTÎNAFÊ    Bi domdarî Agaç anî ziman ku piştî biryarê hem wan, hem dozger û hem jî parêzerên Gencer ji bo îstînafê serlêdan kirine û wiha pê de çû: “Dozger jî bi sedema ku dadgehê ji ber sûcên parêzbendiya avah û êrişa li dijî avahiyên partiyên siyasî cezayê giran nedaye serlêdan kir. Me jî got ku bi vê êrişê li dijî pergala makeqanûnê sûc hatiye kirin û bi vê sedemê serlêdan kir. Tevî ku li dijî azadiya xweîfadekirinê, mafê siyasetê û xwebirêxistinkirinê sûc hatiye kirin û ev sûc bi awayekî plankirî û bi saîka nefretê hatiye kirin jî di vê mijarê de tu biryar nehatin dayîn. Lewma me li îstînafê îtîraz kir. Her wiha kesên ji bo êrişê sor kirin û alîkarî dayîn jî nehatin darizandin lewma me serlêdan kir. Rastiya madî bi nîqaşên belgeya rayeyê hatin fetisandin lewma me îtîraz kir. Parêzer ji eywana danişînê hatin derxistin û bi vê yekê re rêgezên darizandineke adilane hate binpêkirin lewma me îtîraz kir. Her wiha şandeya dadgehê bi nêzikatiya xwe ya li dijî malbata Denîz Poyraz û rayedarên HDP’ê re mafên mexdûran ji holê radike lewma me serî li îstînafê da.”    DOSYA JI USÛLÊ HATE XERAKIRIN   Agaç, got ku Dadgeha Edliyeya Herêmê ya Îzmîrê ji ber ku girtekên hinek danişînan ji hêla nivîsvanan ve nehatine îmzekirin û ji ber ku biryara bihincet ji aliyan re nehatine teblîgkirin dosya ji hêla usûlê ve xera kiriye. Agaç, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dema kêmaniyên di dosyayê de hatin temamkirin dê dadgeh dosyayê dîsa bişîne. Ev daxwaz dê ji hêla Dadgeha Edliye a Herêmê ya Îzmîrê ve bên nirxandin. Piştî ku dosya dîsa ji Dadgeha Îstînafê re hate şandin, heke darizandineke adilane were kirin dê biryar were betalirin. Heke biryareke di vê çarçoveyê de nehate dayîn, dê vê dosyayê veşêrin. Zîhniyeta ku cînayeta Denîz Poyraz kiriye, niha Tirkiyeyê birêve dibe. Dema em awayî birêvebirina lêpirsîn û darizandinê dinêrin, em dibînin ku heman zîhniyet di darazê de jî bibandor e. Lê belê em ê têkoşîna xwe ya hiqûqê heta dawiyê bidomînin. Piştî îstînafê em ê serî li Dadgeha Bilind, piştre serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û herî dawî jî serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin. Em ê van pêvajoyan tevekan jî jinêzve bişopînin û em ê destûrê nedin ku êrişa li dijî avahiya HDP’a Îzmîrê û qetilkirina Denîz Poyraz ji rojeva Tirkiyeyê bikeve.”    MA / Tolga Guney