Ji bo parastina polîsê Mîraç Mîroglû qetil kirî dem hate dayîn 2023-06-14 14:35:45   ŞIRNEX - Polîsê bi navê Metîn Kîraz bi wesayîta zirxî li zarok Mîraç Mîroglû xistibû û qetil kiribû. Di danişîna doza qetilkirina Mîroglû de parêzerê Kîraz ji bo parastinê dem xwest. Parêzerên Mîroglû jî li dijî rapora ku Mîroglû “biqisûr” dibîne îtîraz kirin.    Polîsê bi navê Metîn Kîraz di 3’yê îlona 2021’an de li taxa Turgut Ozal a navçeya Hezex a Şirnexê bi wesayîta zirxî li zarokê 7 salî Mîraç Mîroglû da û qetil kir. Ji ber qetilkirina Mîraç Mîroglû, derheqê polîs Kîraz de bi sedema “biqisûr kuştina mirovan” doz hatibû vekirin. 5’emîn danişîna dozê li Dadgeha Cezayên Giştî ya Hezexê hate lidarxistin.    Parêzerên Komîsyona Mafên Jin û Zarokan a Baroya Şirnexê, parêzerên malbata Mîroglû tev li danişînê bûn. Her wiha bersûc Metîn Kîraz tev li danişînê nebû.    Danişîn bi tespîtkirina nasnameyê dest pê kir. Ji ber ku şandeya dadgehê guherî ye, ewraqên berê di danişînê de hatin xwendin.    'DI RAPORAN DE KÊMASÎ HENE’   Di danişînê de ji ewil ji parêzerên Mîroglû, Zeynep Eker parastin kir. Eker, da zanîn ku di raporan de kêmasî hene û wiha got: “Em dixwazin li cihê bûyerê careke din keşf bê kirin. Her wiha em raporên Saziya Tipa Edlî (ATK) yên di dosyayê de qebûl nakin. Di rapora ewil a ATK’ê de ji bo Mîraç wiha tê gotin; ‘ji ber li gorî tabelayên trafîkê tevnegeriya, qisûriya sereke ya wî ye.’ Di rapora duyemîn a ATK’ê de jî zarokekî 7 salî weke ajokar hatiye diyarkirin û bi hinceta ku li gorî tabelayan tevnegeriyaye wiha hatiye gotin; ‘qisûra sereke ya wî ye.’ Asta fêmkirina zarokekî 7 salî weke ya miroveke sere hatiye qebûlkirin û guh nedayîne van xisûsan. Her wiha di raporan de qala liv û tevgera Mîraç hatiye kirin lê qala yên bersûc nayê kirin. Ji vî alî ve jî kêmanî di raporan de hene. Di girteka cihê bûyerê de tê gotin ku dema bersûc tê xaçerêyê leza xwe kêm nake lewma jî ew bisiqûr e.”    'DIVÊ LEZA WESAYÎTA BIZIRX WERE TESPÎTKIRIN’   Endamê Komîsyona Mafê Jin û Zarokan a Baroya Şirnexê Serkan Karakaş jî destnîşan kir ku polîsê bersûc di her rûniştinê de bi îfadeyên xwe hewl dide xwe ji sûcê xwe xelas bike û wiha pê de çû: “Em raporên ATK’ê yên di dosyayê de qebûl nakin. Ev rapor ne di wê astê de ne ku biryarek li ser were dayîn. Tevahiya aliyên bûyerê nehatine nirxandin. Di krokiya cihê bûyerê de tê gotin ku devera bûyer lê qewimî 6 metreyan firehe û di navbera wesayîta zirxî û zarok de 4 metre hene. her wiha weke ku di dîmenên dosyayê de jî tê fêmkirin ku zarok saniyeyan li pêş çavên bersûc e. Û di krokiya cihê bûyerê de şopa frena wesayîtê nehatiye tespîtkirin. Leza wesayîtê nehatiye tespîtkirin lê ji bo ku were fêmkirin bê ka bi zanebûn kiriye yan bi teqezayî, pir girîng e ku were tespîtkirin.  Lewma divê raporeke nû were amadekirin û leza wî were tespîtkirin. Her wiha daxwaza me ya keşfê jî heye û em dixwazin bi wesayîteke zirxî ya xwedî heman şertan li cihê bûyerê tedbîqet were kirin. Em dixwazin daxwazên me werin qebûlkirin û di asta herî jor de ceza li bersûc were birîn.”    Dozger jî got ku dosya gihiştiye qonaxekê û xwest ku ji bo di çarçoveya daxwazên parêzeran de mutalaayeke berfireh amade bike dem xwest.    Piştî parastinan, şandeya dadgehê bi hinceta ku raste rast ji sûcê heyî zirar nedîtine, daxwaza Komîsyona Mafên Zarok û Jinan a Baroya Şirnexê ku dixwest tevli dozê bibin red kir. Her wiha ji bo bersûc parastina xwe bike û dozger mutalaaya xwe berfirehtir amade bike, dema da. Danişîna dozê taloqî 20’ê hezîranê hate kirin.    Parêzerên Mîroglû têkildarî van xisûsan bi devkî îtîraz kirin.