Rojnameger Turay hate tehliyekirin 2023-06-14 13:21:31 MÊRDÎN - Rojnamegerê girtî Abdûlkadir Turay ku cezayê wî qediya, ji girtîgehê hat berdan.    Nûçegihanê Ajansa Nuçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi KHK’ê hatibû girtin, Abdulkadîr Turay ji girtîgehê hate berdan. Turay di 9’ê gulana 2016’an de hatibû girtin û ji hêla 2’yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê bi hinceta “Endamtiya rêxistinê ye” 9 sal ceza lê hatibû birîn. Turay piştî ku înfaza xwe temem kir, ji Girtîgeha Erzînganê ya Tîpa L'yê hate berdan.    Turay ê divê di heyva adarê de bihata berdan, ji hêla Desteya Çavdêriyê ya Girtîgehê ve ji ber "poşmantiyê" qebûl nekiriye înfaza wî 3 mehan hatibû taloqkirin.    Turay ê ku înfaza xwe temam kir îro li malbata xwe geriya û diyar kir hatiye tehliyekirin. Turay ji Erzînganê ber bi Amedê ket rê û malbata wî jî ji Stewra Merdînê dê li Amedê wî pêşwazî bike.