Li Islahiyeyê rêya ji ber erdhejê hatibû girtin hê jî nehatiye vekirin 2023-06-14 09:09:21 DÎLOK - Li Islahiyeyê, rêya ku piştî erdhejê hatibû girtin, 4 meh in nehatiye vekirin. Cotkarên li herêmê, ji ber vê bi gilî û gazin in.    Di ser erdhejên Mereşê yên 6'ê Sibatê re zêdetirî 4 meh derbas bûne, lê hê jî li hin herêman şopên rûxandinê didomin. Rêya gundên Îdîllî û Koklu yên bi ser navçeya Islahiye ya Dîlokê ve, di dema erdhejê de ji ber zinarên ji çiyê gindirîbûn hatibû girtin. Her wiha robarê wekî "Karalarin Degîrmenî" tê binavkirin jî, ji ber zinarên gindirîn veguherîbû golekê.    Ekîbên Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) û saziyên têkildar, di roja 14'an a erdhejê de dest bi tehliyekirina ava golê kiribûn, lê bêyî ku avê bi temamî tehliye bikin xebatên xwe bi dawî kiribûn. Her wiha rêya ku ji bo xebatan hatibû vekirin jî, di nîvî de hatibû hiştin. Ji ber vê rêya kîlometrek û nîvê ji bo welatiyên gundên Îdîllî û Kokluyê bûye 18 kîlometre.    Ji şêniyên gundan Îbrahîm Kûrt anî ziman ku bi mehan e ji ber vê rêyê mexdûr in. Kûrt anî ziman ku gundê Îdîlliyê beriya erdhejê 150 malbat bûne, lê piştî erdhejê tenê 20 malbat mane û got: "Li vir, xaniyên li ser pêyan jî xesardîtî ne. Roja erdhejê berf dibariya. Em hemû ketin komirxaneyekê û em 40 kes heya sibehê li wir man. Pismamê min di bin kavilan de ma û me bi derfetên xwe ew derxist. Paşê me 2 kesên din jî bi heman awayî derxistin. Roja duduyan tenê bi helîkoptereke leşkerî erzaq anîn gund. Rojên ewil telefonên me nedikişandin."    TU TIŞTE NEHATIYE KIRIN   Kûrt bilêv kir ku pirsgirêka wan a herî mezin rêya wan e û got ku 4 meh derbas bûne lê hê jî nehatiye çêkirin. Kûrt da zanîn ku piştî ku gilî kirine komek hatiye gund û bi droneyan dîmen girtine. Kûrt diyar kir ku wan bi hin makîneyên kar zinarên gindirîne ser rê rakirine û got: "Gava rêyekê li ber me bixin, em ê car din bi derfetên xwe bikin. Em dixwazin rêya me bê vekirin. Wekî din em tiştekî naxwazin. Ev rêe ber heya Islahiyeyê kîlometre û nîv bû, lê niha bûye 18 kîlometre. Berê me lîtreyek mazot xerc dikir, lê niha em 3 an jî 5 lîtreyan xerc dikin."    Kûrt diyar kir ku ew berên xwe yên organîk dibin li Islahiyeyê difiroşin û got ku ji ber ku rê dirêj bûye qezenca wan jî kêm bûye. Kûrt destnîşan kir ku ji ber rê wiha ye mesrefên wan jî zêde bûne û got ku piştî erdhejê hatine jibîrkirin. Kûrt wiha dawî li axaftina xwe anî: "Berê texsî heya gundê me bi 100 lîreyî dihat, lê niha bi 500 lîreyî tê. Rayedarên tên dibêjin 'em ê sibe dusibe çêbikin.' Lê heya niha tiştek nekirine. Niha jî dibêjin vekirina rê zehmet e. Dibêjin, ew niakrin van keviran rakin. Lê halbûkî malzeme bînin û van valahiyan dagirin temam e. Ji lew re mesafe nêz e."    MA / Ceylan Şahînlî