Di êrişa Tirkiyeyê de 3 leşkerên Şamê hatin kuştin 2023-06-14 08:11:32 NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiye û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê êriş birin ser gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê 3 leşkerên Şamê jiyana xwe ji dest dan.   Tiriyeyê û hêzên paramîlîter êriş birin ser gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê. Di êrişê de 3 leşkerên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest dan. Hat zanîn ku bombe li derdora baregeha Rûs a li gundê Wehşiyê yê Şehbayê jî hatine barandin. Li ser encama bombaranê agahî bi dest neketin.