Erbaşê HDP'î şandin girtîgehê 2023-06-13 18:50:06   NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê Meclisa Partiyê ya HDP'ê Dogan Erbaş ku der barê wî de biryara girtinê hatibû dayîn û duh hatibû binçavkirin, şandin girtîgehê.    Endamê Meclisa Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dogan Erbaş ku der barê wî de biryara girtinê hatibû girtin, duh hatibû binçavkirin. Erbaş, şandin girtîgehê.    Erbaş, bi rêya SEGBÎS'ê tevlî Dadgeha Cezayê Giran a 14'an a Stenbolê bû. Piştî xwendina biryara girtinê, Erbaş şandin Girtîgeha Sîncanê.    Dadgeha Cezayê Giran a 14'an a Stenbolê di Kanûna 2022'yan de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 12 sal û bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" sal û 21 meh û 22 roj ceza li Erbaş birîbû.