Xelkê Seqizê greva giştî dan destpêkirin 2023-06-13 15:10:29 WAN - Piştî ku hêzên rejîma Îranê, bajarê Seqizê dorpêç kirin, xelkê Seqizê ji bo protestokirina rêya bi armanca çûnên ser gora Jîna Emînî asteng dike tê çêkirin, bi greva giştî protesto kirin.    Şaredarî ji bo ku çûna gel a li ser gora Jîna Emînî ya li Goristana Ayçiyê asteng bike projeya rê da destpêkirin. Hat zanîn ku şaredarî dixwaze rêya goristanê bigire û parkên li goristanê jî ji holê rake. Piştî ku gel ji van plansaziyan agahdar bû, projeyê bi girtina deriyên dikanan û biryara greva giştî protesto kir.    Di heman demê de leşkeran beriya mitînga ku plansaziya wê dihat kirin, bajarê Seqizê dorpêç kirin. Hêzên rejîmê hemû rêyên ku diçin şaredariyê girtin û trafîka li ser van rêyan dan sekinandin. Li ser vê yekê dikandaran ji bo ku piştgirî bidin malbatan, greva giştî dan destpêkirin.