12 sal in ji bo kifşa cihê bûyerê ‘ewlehî’ nayê temînkirin 2023-06-13 13:50:04 MÊRDÎN - Hin leşkerên tîmên taybet ji kuştina Yusuf Akin ê karê tesîsatê dikir tên darizandin. Bi hinceta ku cihê bûyerê "ewlehiya wê nayê kirin" carek din kifşa li cihê bûyerê nehat kirin.   Li gundê Deyrcemê yê bi ser navçeya Nisêbîna Mêrdînê ve di 20’ê kanûna 2011’an de leşker derketibûn operasyonê. Di operasyonê de Yusuf Akin ê karê tesîsatê dike hatibû kuştin û Mehmet Eren birîndar bûbû. Ji ber kuştin û birîndarkirina welatiyan derbarê leşkerên tîmên taybet Kadîr Engîn O., Şenol T., Bahattîn Y., Yusuf Ertûgrûl K. û Dogan G. doz hatibû vekirin. Derbarê leşkeran de biryara beratê hatibû dayîn. Dadgeha Destûra Bingehîn bi hinceta “binpêkirina mafên mirovan” biryara beraetê xera kiribû. Piştî ku dosye dîsa ji dadgeha xwecihî re hat şandin, di 15’ê îlona 2022’yan de dîsa darizandina leşkerên tîmên taybet dest pê kir. Dadgehê du caran biryar da ku li cihê bûyerê kifş bê kirin. Lê carek din di danişînê de hat dîtin ku li cihê bûyerê kifş nehatiye kirin.    Fermandariya Leşkeriyê ya Mêrdînê di 2’yê hezîranê de nivîs ji dadgehê re şand û ragihand ku ji bo şandeya dadgehê li dikaribe kifşê bike, li herêmê “temînkirina ewlehiyê ne guncav e.” Şandeya dadgehê bi hinceta ku “şertên ewlehiyê dê neyê temînkirin” carek din li cihê bûyerê karûbarên kifşê nekir.    '12 SAL IN EWLEHÎ NAYÊ TEMÎNKIRIN’    Parêzer Erdal Kuzu derbarê dzê de agahî da û destnîşan kir ku 12 sal in biryara kifşa li cihê bûyerê bicih nayê û her car heman hincet tên nîşandan. Kuzu anî ziman ku bersûcên tên darizandin leşker in û nivîs jî ji leşkeriyê tê xwestin û got: “Heke 12 sal bin tê îdiakirina ku nikaribin ewlehiya şandeya dadgehê ji bo kifşa cihê bûyerê temîn bikin, a rast tu tiştek ku mirov bêje tune ye.”