Derheqê parêzerê ji Arîf Çetîn re got ‘xwe ji rêxistinên sûc dûr bigire’ lêpirsîn hate destpêkirin 2023-06-13 10:23:07 EDENE - Parêzer Tugay Bek li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ji Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan Arîf Çetîn re gotibû “Xwe ji rêxistinên sûc dûr bigire.” Bi îdiaya “Ji ber peywirê heqaret li xebatkarê cemaweriyê kiriye” derheqê Bek de lêpirsîn hate destpêkirin.    Endamê Baroya Edeneyê parêzer Tugay Bek têkildarî wêneyê Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan Arîf Çetîn ê bi xwediyê Metro Turîzmê Galîp Ozturk û xebatkarê rêveberê çeteyan ê girêdayî dewletê Alaattîn Çakici yê bi navê Ferhat Aydogan, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ev peyam parve kiribû: “Fermandarê Cendirmeyan, bila xwe ji rêxistinên sûc dûr bixe. Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan Arîf Çetîn bi xwediyê Metro Turîzmê Galîp Ozturk ku ji ber sûcê cînayetê cezayê muebbetê lê hatibû birîn, reviyabû Gurcistanê û li wir jî ji ber sûcê tiryakê 8 sal ceza lê hatibû birîn re wêne kişandibû. Niha jî mirovê Alaattîn Çakici yê bi navê Ferhat Aydogan bûye mêvanê wî.”    DERHEQÊ BEK DE LÊPIRSÎN HATE DESTPÊKIRIN   Li ser vê yekê Çetîn bi îdiayên “Ji ber peywirê heqaret li xebatkarê cemaweriyê kiriye” û “Biçûkxistina TSK’ê” derheqê parêzer Bek de li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê gilî kir. Li ser giliyê Çetîn, serdozgeriyê bi îdiaya “Ji ber peywirê heqaret li xebatkarê cemaweriyê kiriye” lêpirsîn da destpêkirin. Bek, di 8’ê hezîranê di çarçoveya lêpirsînê de li Midûriyeta Emniyetê ya Edeneyê îfade da.    AZADIYA FIKR Û XWEÎFADEKIRINÊ   Bek jî tawanbariya lê tê kirin red kir û got ku divê fermandarê giştî yê cendirmeyan li têkiliyên xwe hişyar be û ev tişt anî ziman: “Yê ku cendirmeyan biçûk dixîne ne parvekirina min lê wêneyên bi endamên rêxistinên sûc re hatine kişandin in. Yê ku rêxistinên sûc rewa dike, gilîdar bi xwe ye. Divê parvekirina min di çarçoveya azadiya fikr û xweîfadekirinê de were nirxandin.”