Hevpîşeyên rojnameger Alagaş: Em xwedî li doza Safiye derkevin 2023-06-13 09:09:50 AMED - Hevalên Safiye Alagaş ku di 8’ê hezîrana 2022’yan de hatibû binçavkirin û bi dû re jî hatibû girtin, bertek nîşanî girtina wê dan û wiha gotin: “Em li bendê ne ku hemû rojnameger, sazî û gel xwedî li doza Safiye Alagaş derkevin.”   Di çarçoveya lêpirsînê de ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve tê meşandin, di 8'ê hezîrana 2022'yan de li gelek bajaran di serdegirtina malan û saziyên çapemeniyê de 22 kes hatibûn binçavkirin. Ji kesên hatibûn binçavkirin, der barê Midûra Nûçeyan ya JINNEWS'ê Safiye Alagaş de, bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 383 rûpel îdianame hat amadekirin. Alagaş ku îdianameya wê ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Amedê ve hat qebûlkirin, dê di 15'ê Hezîranê de cara ewil derkeve pêşberî dadger. Hevalên Alagaş ku bi nûçeyên xwe yên li ser binpêkirina mafan, daxuyanî û îşkenceyê tê sûcdarkirin, diyar kirin ku ew şahidê rojnamegeriya Alagaş ne û xwestin ku hevala wan demildest bê berdan.    ‘EV SALEKE DERQANÛNÎ GIRTIYE’   Rojnameger Nûrcan Yalçin diyar kir ku rojnamegerên jin ên kurd her tim dibin hedefa hikûmetê. Yalçin destnîşan kir ku rojnamegerên jin ji ber ku bi nûçeyên xwe polîtîkayên dewletê rexne dikin, hedef tên girtin. Yalçin anî ziman ku mînaka vê yekê jî 16 hevalên wan in ku par hatibûn girtin û wiha got: “Hevalên me hê jî bi neheqî di girtîgehê de ne. Alagaş rojnamegerek di qada rojnamegeriya jinê de ye, bi salan e bi me re rojnamegeriyê dike, di çapemeniya azad de cih digire. Ev saleke bi awayekî derqanûnî girtiye û bêyî ku bizane ji bo çi tê darizandin ev demeke dirêj e di girtîgehê de ye. Amadekirina îdianameyê her tim bi hin hincetan dihat dirêjkirin û pir dereng hatibû amadekirin. Sedema vê ya herî mezin jî hilbijartina li pêşiya wan bû. Di vê hilbijartinê de xwestin dengê çapemeniya azad qut bikin. Hevala me Safiye jî yek ji wan bû.”   ‘JI BO DENGÊ JINAN DIXEBITÎ’   Yalçin bertek nîşanî sûcdarkirina Alagaşê da û got ku JINNEWS ajansek e ku bi salan e rojnamegeriya jinê dike. Yalçin wiha berdewamî da axaftina xwe: “Di 15'ê Hezîranê de wê yekemîn rûniştina doza hevala me bê dîtin. Ji ber ku dosyaya hevala me Safiye hatiye veqetandin ew ê di nav 16 kesan de tenê derkeve pêşberî dadgehê. Doza hevalên me yên din jî wê di 11’ê Tîrmehê de bê dîtin. Hevala me Safiye ji bo ku jin li vî welatî dengê xwe derxin dixebitî.”   ‘ALAGAŞ, XWEDÎ XELATA NAVNETEWEYÎ YE’   Yalçin bibîr xist ku Alagaş di gelek qadan de nûçe çêkirine û di qada navneteweyî de jî xelat wergirtiye û wiha berdewam kir: “Hêviya hevpar a me hemûyan ew e ku hevala me di demeke herî nêz de azad bibe û di jîngeheke azad de rojnamegeriya xwe bidomîne. Weke hemû rojnamegerên di qada çapemeniya azad de dixebite, ez jî bi heman tiştan hatim darizandin û ceza li min hat birîn. Ez hîn di pêvajoya darizandinê de me. Ji ber vê yekê ez dixwazim bibêjim ku divê hikûmet destê xwe ji vê mêtingeriyê, ji rojnamegerên jin ên ku rojnamegeriya jinê dikin, bikişîne. Li dijî polîtîkayên serdest çi ji destê me bê em amade ne bikin.”   ‘ÇAPEMENIYA AZAD NATIRSÊ’   Yalçinê got ku bi hemû tengasî û bêderfetiyan jî rojnamegerên muxalif li ser karê xwe ne û polîtîkayên desthilatê yên çewisandinê jî bi tu awayî nikarin çapemeniya azad bitirsînin. Yalçinê diyar kir ku pênûs û makîneya hevalên wan li erdê nemaye û wiha domand: “Hêviya me ew e ku hemû hevalên me yên rojnameger ên girtî di demek herî kurt de azadiya xwe bi dest bixin û ji cihê ku lê rawestiyane karê rojnamegeriyê bidomînin.”   ÊRIŞÊN DESTHILATA AKP-MHP’Ê   Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP) Roza Metîna jî axivî û da zanîn ku Qada çapemeniyê gelek girîng e û ji ber vê yekê rastî êrişan tên. Metîna bi lêv kir ku jinên rojnameger jî di qada çapemeniyê de xwedî rol û mîsyoneke gelek girîng in û wiha got: “Bi taybetî jî di çapemeniya azad de. Lewma desthilata AKP-MHP’ê êrişên sîstematîk û polîtîk dikin. Beriya AKP-MHP’ê jî ev êriş hebûn. Ji bo ku AKP-MHP bigihije armanca xwe û li ser medyaya hawûz manîpulasyonên xwe baş bike, rêxistinbûyîna jin û civakê ji holê rake êriş li rojnamegerên jin dike.”   ‘EM Ê LI BER EDLIYEYÊ BIN’   Metîna bal kişand ser darizandina Alagaş a ku di qada navneteweyî de xelat girtiye û da zanîn ku ev tişt kêmasiya di warê demokrasî û hiqûqê de ye. Metîna got ku ji bo ew bigihijin armanca xwe û têkoşîna xwe mezin bikin, xwedî derketina li rojnamegerên jin û çapemeniya azad gelek girîng e. Metîna diyar kir ku dê dnaişîna ewil a doza Alagaş di 15’ê hezîranê de li Edliyeya Amedê bê lidarxistin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Xwedîderketina li vê dozê ya ji aliyê gel ve jî gelekî girîng e. Safiye Alagaş, midûra nûçeyan ya jinnêwsê ye. Jinnêws di ragihandina nûçeyan de xwedî rol û mîsyoneke mezin e. Di heman demê de Alagaş endamê MKGP’ê ye. Em jî wê weke MKGP’ê di roja danaşînê de li ber Edliyeya Amedê bin û xwedî li rojnamegeran derbikevin. Rojnamegerî nayê darizandin û tu carî jî nikarin dengê rojnamegeran bibirin. Nikarin serî li rojnamegeran bidin tewandin. Em ê xwedî li pênûsa rojnamegerên girtî derbikevin û em ê li dijî vê pergala yêkperest ku êrişî rojnamegeran dike tekoşîna xwe mezintir bikin.”   ‘ROJNAMEGERÎ NE SÛC E’   Metîna bi domdarî wiha got: “Pergala qirêj ku dixwaze van êriş û binpêkirinên mafan rewa nîşan bide, kesên li hember wan û dengê xwe derdixînin bi “endamtiya rêxistinê”, “propagandaya rêxistinê” weke alîgirê rêxistinê pênase dike. Lê weke em hemû dizanin ku ev pergala yekperest ji bo paldanga xwe saxlem bike sucên wiha ji xwe re diafirîne û li gor hişmendiya xwe vî sucî pênase dike. Tekoşîna rojnamegeran li dijî vê pergalê ye û ji bo guhertina vê hişmendiyê dixebite. Bername, nûçeyên rojnamegeran û heta wênekêş û makîneya wan jî weke suc tê hesibandin. Lê rojnamegerî ne suc e û çêkirina nûçeyan mafekî rewa yê rojnamegeran û ragihandina rastiya heqîqetê jî mefekî rewa yê civakê ye.”   ‘PEYVA TERORÎST WEKE ALAVEKÊ BI KAR TÎNIN’   Metîna got ku medyaya hawizê her tim nûçeyên derew û xapîner çêdike. Metîna bi lêv kir ku ji ber vê yekê jî gava rojnamegerên azad dengê xwe bilind dikin, weke “terorîst” tên îlankirin û wiha domand: “Desthilatên heta niha yên beriya AKP’ê jî peyva “terorîst” ji bo xwe weke alavekê bi kar aniye. Kê weke wan nefikire, kê li dijî hişmendiya wan ya yekperest, baviksalarî û zayendperest be, weke “terorîst” tê îlankirin. Îro rojnamegerên jin li dijî zimanê zayendperest, baviksalarî ku hişmendiya hizbûllah diparêze û kiriye meclîsê, bin pê kirina zagonên weke Peymana Stenbolê û zagona 6284 jî ber xwe dide. Ew ê tekoşîna li dijî vê hişmendiyê bê mezinkirin û tu carê jî rojnamager serî natewînin.”   ‘EM ŞAHIDÊ ROJNAMEGERIYA ALAGAŞÊ NE’   Nûçegihana JINNEWS'ê Rojda Aydin jî bibîr xist ku rojnamegerên kurd her tim di hedefê de ne û ew ne xerîbê tundiya darazê ne. Aydinê destnîşan kir ku niha bi dehan hevalên wan yên jin ji ber vê hedefgirtinê di girtîgehê de ne û got: “Rojnamegerên jin pirtir li qadê rastiyê gelek êrişan tên û tên binçavkirin û girtin. Yek jî wan kesan hevala me Safiye Alagaş e ku ji ber nûçeyên xwe tê darizandin. Ez bi Safiye Alagaş re demeke dirêj xebitîm û em şahidê rojnamegeriya wê ne.”   ‘PIŞTGIRIYÊ BIDIN DOZÊ’   Aydin da zanîn ku Alagaş rojnamegerek e ku rastiyan derdixîne holê û dengê jin û zarokan li civakê belav dike. Aydin bi domdarî wiha got: “Ji ber vê yekê îro Safiye di girtîgehê de ye û ev biryarek ne hiqûqî ye. Em, ji hemû rojnamegerên jin û hemû saziyên çapemeniyê hêvî dikin ku li dijî vê bêhiqûqiyê parastina Alagaşê bikin û piştgiriyê bidin. Danişîna doza Alagaşê wê di 15'ê Hezîranê de li Edliyeya Amedê bê dîtin. Em li bendê ne ku hemû rojnameger xwedî li doza Alagaşê derkevin.”   MA / Bazîd Evren - Eylem Akdag