Demîrel: Girtiyên nexweş bi mirinê re rûbirû tên hiştin 2023-06-13 09:04:20 RIHA - Berdevka Komîsyona Girtîgehan a OHD’a Rihayê Ayşe Şehrîban Demîrel tekildarî serdana wan a girtîgehan axivî û bal kişand ser pirsgirêkên girtiyên nexweş û got: "Girtiyên nexweş tevî ku bi mirinê re rûbirû mane jî nayên berdan û mafên wan ê tedawiyê jî tê astengkirin. Girtiyên nexweş bi mirinê re rûbirû hatine hiştin.”    Li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê binpêkirina mafên girtiyan berdewam dike. Girtiyên siyasî bi gelek pirsgirêk û binpêkirinên mafan ve rûbirû dimînin. Girtiyên nexweş tevî rewşa wan xedar e jî nayên berdan û mafê wan ê tenduristiyê jî tê binpêkirin. Gelek girtiyên nexweş di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dan û gelek girtiyên nexweş tevî ku nikarin hewcedariyên xwe bicih bînin jî nayên berdan û bi mirinê re rûbirû mane. Li dijî binpêkirinên mafên girtiyan saziyên hiqûqê û mafên mirovan bi rapor û serdanan rewşa girtîgehan radixin ber çavan.    Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ya Şaxa Rihayê tekildarî bêhiqûqiyên ku li girtîgehan diqewimin di 6'ê hazîranê de serdana Girtîgeha Rihayê ya Jimara Hejmar 1 û 2'an a Tîpa T’yê kir. Berdevka Komîsyona OHD’a Rihayê parêzer Ayşe Şehrîban Demîrel derbarê serdana girtîgehê de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî û derheqê binpêkirinên mafê girtiyan û bêhiqûqiyên li girtîgehan diqewimin agahî dan.    Ayşe Şehrîban Demîrel    'MAFÊ TENDURISTIYÊ TÊ BINPÊKIRIN'   Ayşe Şehrîban Demîrel diyar kir ku girtiyên nexweş di girtîgehan de bi gelek pirsgirêkan re rûbirû dimînin û wiha got: "Di girtîgehan de pirsgirêkên berê ku me bi raporan ve destnîşan kiribûn hê jî berdewam dikin. Daxwaza berdanê ya girtiyên nexweş tê redkirin. ATK û nexweşxane bi raporên 'Dikarê di girtîgehê de bimîne' berdana girtiyan asteng dikin. Girtiyên nexweş dema diçin nexweşxanyê muameleyeke xerab li wan tê kirin. Bi kelemçekirî wan muayene dikin, bi kelemçekirî dibin û tînin. Dema girtiyên nexweş li dijî van muameleyan radibin jî bi heqeretên leşkeran re rûbirû dimînin. Ji ber vê yekê jî girtiyên nexweş tedawiya li nexweşxaneyan red dikin û naçin nexweşxanyê. Sewqkirina ji bo nexweşxaneyê jî dereng tê kirin. Yanî heke girtiyeke/î nexweş dema pêdiviya ameliyata wan hebe îdareya girtîgehê demekê dirêj sewqî nexweşxaneyê nake. Divê Serdozgerê Girtîgehê û rêveberên girtîgehê mafê girtiyan ên tenduristiyê asteng nekin.”    REWŞA GIRTIYÊN NEXWEŞ   Demîrel bi lêv kir ku di serdanê de ew bi girtiyên nexweş re jî axivîne û rewşa girtiyên nexweş wiha ragihand: "Emîn Guler ku li Girtîgeha Rihayê ya a Hejmara 2’yan a Tipa T’yê rê ragirtin ji sedî 94 astengdar e û nikare di girtîgehê de hewcedariyên xwe bicih bîne. Emîn Guler ku beriya girtîgehê jî nexweşiyên wî û astendgariyên wî hebûn ji ber şert û mercên girtîgehê jî nexweşiyên weke Hepatît C û Vertîgo jî li wî pêyda bûne. Di van demên dawî de jî êşa serî û stû li wî peyda bûye. Li Hejmar 1’ê Fevzî Arslan jî fitiqa piştê li wî peyda bûye. Fitiqa piştê edî zerarê dide roviyên wî. Ji bo roviyên wî dernekevin derve qorse gire dide. Dema em bi wî re axivîn ji me re got ku ew di temînkirina qorseyan de zahmetiyan dikşîne û car caran qorse nadin wî. Fevzî Arslan nexweşekî rewşa wî xedar e û divê şert û mercen tedawiya wî bi cih were lê ew nikare tedawiyeke baş bibîne û nayê berdan. Her wiha Huseyîn Arslan ê ku di heman girtîgehê de ragirtiyê jî di nexweşiya roviyan lê peyda bûye. Gumana bijîşkan heye ku nexweşiya pênceşerê li roviyên wî ketibe. Gelek girtiyên nexweş ku rewşa wan xedar e hene û temenê wan jî mezin e nayên berdan û tedawiyeke baş nabînin."   'SEPANÊN XISTINE DEWRÊ LI DIJÎ HIQÛQÊ YE'   Demîrel destnîşan kir ku sepanên li dijî hiqûqê ji girtîgehan tên meşandin û wiha pê dê çû: "Rêveberiya girtîgehan ji bo tedawiya girtiyên nexweş pirsgirêkan derdixe û mafê wan ê tedawiyê asteng dike. Girtiyên nexweş bi mirine re rûbirû tên hiştin. Weke ku Bazo Yilmaz ê di Girtîgeha Hejmar 2'yan de ragirtibû, nexweşiya KOAH’ê lê peyda bûbû û tevî nexweşiya wî xedar bû jî lê ATK û nexweşxaneyan raporên 'Dikarê di girtîgehê de bimîne' amadekirin lê Bazo Yilmaz ji ber nexweşiyê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da. Mafê tendûristiyê yên girtiyên nexweş di qanûnên DMME’yê û yên Tirkiyeyê de hatiye îmzekirin. Lê Tirkiye êdî qanûnên xwe jî pêk nayîne. Dadgeha Destûra Bingehîn ku dadgeha herî bilind e û divê li gor qanûnan tev bigere jî dema em ji bo girtiyên nexweş serlêdanê dikin bêencam dihêle. Sepanên li girtîgehan li dijî Qanûnên mafê tenduristî û wekheviyê ne. Yên ku di ji doza Hîzbullahê girtîbûn ji ber nexweşiyan tên berdan an jî girtiyên din tên berdan lê girtiyên siyasî yên kurd nayên berdan ev jî li dijî wekheviyê ye."    'BI HINCETÊN KÊFÎ BERDANA GIRTIYAN TÊ ASTENGKIRIN’    Demîrel bal kişand ser taloqkirina berdana girtiyan û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Înfaza girtiyên siyasî bi hincetên kêfî tê taloqkirin. Qawîşên siyasî, gerandina govendê û nexwendina pirtûkên olî weke hincet nîşan didin û berdana girtiyan asteng dikin. Di heman demê de girtî nikarin bi hev re têkiliyê çêkin. Daxwaznameyên girtiyan tên astengkirin û pirsgirêka paqijiye û xwarinê jî hê li girtîgehan nehatine çareserkirin. Li ser navê lêgerîne di ser qawişên girtiyan de digrin û kelûpelên paqijiyê û pêdiviya girtiyan bi wan heye tên desteserkirin. Her wiha bi germahiya havînê re pirsgirêka ava vexwarinê jî li girtîgehan çêdibe. Her havîn ev pirsgirêk heye lê naye çareserkirin."    'LI DIJÎ BÊHIQÛQIYÊ TÊKOŞÎN HEWCE YE'   Demîrel anî ziman ku divê li dijî bêhiqûqiyên girtîgehan saziyên hiqûqê, mafê mirovan, rêxistinên sivîl têkoşîneke hevpar bidin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Spanên bêhiqûqî yên polîtikayên desthilata heyî behtir bandorê li girtîgehan dike û girtiyên nexweş di bin bandorê vê de dimînin. Guherandina vê yekê jî bi guherandina sepanên vê desthilatê vê pêkan e. Lê divê sazî û rêxistinên sivîl, partiyên siyasî û pêkhateyên demokratîk li dijî vê yekê derkevin û rewşa girtîgehan û girtiyên nexweş di qada navneteweyî de jî bînin rojevê. CPT berê serdana Tirkiyeyê dikir lê di van demên dawî de li dijî van bêhiqûqiyan em tu cezayek ku wê CPT bide Tirkiyeyê jî nabînin. Mînaka herî şênber jî tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan e. Ev tecrîd li hemû girtîgehan tê meşandin. Divê hemû sazî û rêxistinên sivîl, partiyên siyasî vê yekê bi raporan bikin rojev û li dijî vê yekê têbikoşin. Divê saziyên tenduristiyê yên hiqûqê û yên mafê mirovan bi hevkarî raporan derxînin û qada navneteweyî de bikin rojev."   MA / Mahmut Altintaş