Li Girtîgeha Îdirê gardiyanan li girtiyan xist 2023-06-12 19:30:37       ÎDIR- Baroya Îdirê, daxuyand ku li Girtîgeha Îdirê ya Tîpa S'yê gardiyanan li girtiyan xistiye û gef li parêzaran xwariye.    Baroya Îdirê, têkildarî gefên gardiyanên Girtîgeha Îdirê ya Tîpa S'yê de ku li parêzeran xwarin, daxuyanî da. Cîgira Serokê Baroya Îdirê Hulya Demîr metna daxuyaniyê xwend.    Demîrê anî ziman ku di 14'ê Nîsanê de parêzeran ji ber lêdana gardiyanan a li girtiyan çûne girtîgehê, lê gardiyanan gef li parêzeran xwariye û got ku nêzî 10 gardiyanan gef li parêzeran xwariye. Demîrê da zanîn ku nêzî 10 gardiyan bi ser hevpîşeyên wan de çûne, derdora wan girtine û bi devkî û fîzîkî gef li wan xwarine û gotine: "Hûn kî ne ûlan. Hûn mehkûman ji bo serîhildanê teşwqî dikin."    Demîrê da zanîn ku bûyer bi girtenameyan hatiye tomarkirin û got: "Li Serdozgeriya Komarê ya Îdirê giliyê gardiyanan hatiye kirin û hatiye xwestin hevdîtin bi dozger re bê kirin, lê dozger qebûl nekiriye.    Demîrê diyar kir ku li girtîgehê girtî rastî çewisandineke mezin tên û got ku heya ev muameleyê bêhiqûqî bi dawî nebe ew ê pêvajoya edlî û îdarî bişopînin.