Bavê zarokê li edliyeyê tundî lê hate kirin: Polîsan beriya mehekê gef li min xwarin 2023-06-12 13:27:27 AMED - Bavê M. Kolakan yê li navçeya Farqînê polîsan di bin çavan de tundî lê kir, Mahfûz Kolakan diyar kir ku ji bo beriya niha giliyê polîsên ku tundî li zarokê wî kirin, kir gef lê hatiye xwarin û anî ziman ku ji ber îfadeya xwe paş ve nekişandiye careke din tundî li kurê wî hate kirin.  Di 6’ê hezîranê de li navçeya Farqîn a Amedê, zarokê bi navê M.Kolakan yê 16 salî li Edliyeya Farqînê ya ji bo danişîna doza lê bê lidarxistin çûyê ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin û tundiya fîzîkî lê hate kirin. Bavê M.Kolakan yê li ber çavên malbata xwe bi paş ve hate kelemçekirin û hate derbkirin, Mahfûz Kolakan, tiştên qewimîn ji ajansa me re vegotin.    JI BER GILIYÊ POLÎSAN KIR GEF LÊ HATE XWARIN   Kolûkan, da zanîn ku kurê wî di sibata 2023’yan de ji bo tev danişînê bibe çûye Edliyeya Farqînê, pişt re hatiye binçavkirin û li qereqolê tundiya fîzîkî lê hatiye kirin û wiha got: “Kurê min li Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê ya birinê jî rastî tundiya polîsan hatibû. Ji ber îşkenceya di meha sibatê de hate kirin giliyê 3 polîsan kir. Polîsan bi gotina “An tu dê giliya xwe paş ve bikişînî an jî her bûyera li Farqînê çêbibe em ê kurê te berpirsyar bigirin’ gef li min xwarin.    ‘LI QEREQOLÊ BI KELEMÇEYA BI PAŞ VE HATE RAGIRTIN’    Bav Kolakan, tiştên li Edliyeya Farqînê qewimîn wiha vegotin: “Polîsên ku li ber eywana dadgehê ku danişîn lê hatibûya li dar xistin disekinîn, gotin ‘îfadeya wî heye’ û binçavkirin. Di dema binçavkirinê de şimaqek li rûyê wî xistin. Her wiha bi paş ve hate kelemçekirin û birin qereqolê. Li vir jî mudaxileyeke fîzîkî lê tê kirin. Li qereqolê jî destên wî bi paş ve kelemçekirî bûn. Min îtîrazî vê kir. Polîsan gotin ‘gumana wî ya revînê heye’. Zarokekî 15 salî dê çawa di nava qereqolê de tevî dehan polîsan bireve. Di 7’ê hezîranê de li edliyeyê careke din tundî lê hate kirin.”   ‘ÎŞKENCE DIKARE DI DÎMENAN DE WERE TESPÎTKIRIN’    Kolakan, da zanîn ku ji ber giliya li dijî tundiya fîzîkî ya li kurê wî hatiye kirin, beriya mehekê polîsan zext lê kiriye ku îfadeya xwe paşve bikişîne û diyar kir ku ji ber giliya xwe paş ve nekişand kurê wî hedef hatiye girtin. Kolakan, anî ziman ku giliya li polîsên tundî li kurê wî kirine paş ve nakişîne û wiha berdewam kir: “Zarok nikare bi paş ve were kelemçekirin. Dîmenên li qereqolê yên beriya 4 mehan hene, dîmenên li nexweşxaneyê û yên li edliyeyê hene. Heke dîmen bên lêkolînkirin dê her tişt derkeve holê. Ji bo hesabê îşkenceya kirin bipirsim ez ê hemû mafên xwe yên hiqûqî bi kar bînim. Ez ê dest ji vê bûyerê berendim. Ez ê giliyê bikim ku sibê îşkenceyê li hin kesên din nekin.”   Derbarê mijarê de Baroya Amedê giliyê kesên li dijî zarok sûcên “îşkence” û “peywîra xwe nebaş bikaranîne” kirin, kiribû.    MA / Mehmet Guleş