Li Şirnexê qirkirina siyasî: Di 40 rojan de 82 kes hatin binçavkirin, 13 kes hatin girtin 2023-06-12 09:03:32 ŞIRNEX - Di encama qirkirinên siyasî yên beriya hilbijartinên 14’ê Gulanê de heta niha herî kêm 82 kes li Şirnexê hatin binçavkirin û ji wan 13 jê hatin girtin. Hevserokê HDP'a Cizîrê Mesût Nart got ku ev operasyon li dijî daxwaza guherînê hatine kirin û divê tu kes bêdeng nemîne.    Îktîdara AKP-MHP’ê beriya hilbijartinên 14’ê Gulanê û heta tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê ya 28’ê Gulanê, li bakurê Kurdistanê bênavber operasyonên qirkirina siyasî kirin. Di vê pêvajoyê de li Şirnex û navçeya wê Cizîr ku di bin dorpêça polîsan de ne, bi sedan kes hatin binçavkirin û herî kêm 13 kes hatin girtin. Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Cizîrê Mesût Nart têkildarî van êrişan axivî û got ku dewlet Cizîrê weke qada ceribandinê hêza xwe bi kar tîne.    Mesût Nart   Mesût Nart diyar kir ku ji Newrozê heta niha di bin dorpêça polîsan de ne û wiha got: “Ev operasyonên têk kirin jî li dijî vîna gel tên kirin. Cizîr, ev demekî dirêje di bin dorpêça polîsan de ye. Ji Newrozê heta niha ev dorpêçe didome. Xelkê Cizîra Botan di Newrozê de peyameke xurt da. Daxwazên xwe bi eşkereyî gotin û em bi wan peyaman tev li xebatên hilbijartinan bûn. Rejîma AKP'ê û MHP'ê ev nêrazîbûna gel dît. Lewma ji wê rojê ve Cizîrê weke qada ceribandina xwe bi kar tîne. Rastiyeke bajarê me heye; hem tevgera kurd hem jî dewlet li vir bihêz e. Cizîr bikuxe jî her dever nexweş dikeve. Lewma operasyonên qirkirina siyasî li Cizîrê bi dawî nabin. Li dijî jin, ciwan û partiyên siyasî her sal operasyonan dikin. Xelkê Cizîrê bi vîna xwe li ser pêyan disekine. Lewma ji Newrozê heta niha hewl didin bi zextên xwe vê îradeyê vala derxînin. Ji bo vê jî hemû sazî û hêzên xwe bi kar tînin.”    'DIXWAZIN KU TOLÊ HILÎNIN’   Bi domdarî Nart got ku desthilata AKP-MHP’ê bi rêbazên cuda dixwaze tola hilbijartinê ji xelkê herêmê hilîne û ev tişt anîn ziman: “Di dema erdhejê de xelkê Botanê ji dest çi hatibe ji bo mexdûran kir. Alîkarî asteng dikirin lê dîsa jî herî zêde Cizîrê alîkarî da. Ji bo valaderxistina hewl dan bi rêya leşker û polîsan çavê gel bitirsînin û ji îradeya xwe dûr bixin. Cihên ku tu kes lê tune jî polîsan bi awayekî keyfî bombeyên gazê diavêtin. Lê tevî her tiştî jî gelê me di hilbijartinê besiv da û bi eşkereyî got ku guherînê dixwaze. Ji bo serkeftinê daxwazeke mezin hebû û bi ser ketin. Niha jî dewlet dixwaze bi operasyonan, zext û zorê îradeya gel bi dest bixe. Heta bi rêya TEDAŞ’ê jî dixwazin tolê hilînin.”    'TU ELEQEYA VAN OPERASYONAN BI ÎNSANETIYÊ NÎNIN'   Di berdewamê de Nart diyar kir ku dewlet li Cizîrê polîtîkayeke derqanûnî dimeşîne û wiha pê de çû: “Encamên hilbijartinê yên li Şirnex û Cizîrê ji yên salên berê cudatir nebûn. Gelek kesan ji ber zilm û zorê koç kir. Ji ber krîza aborî jî gelek kesan berê xwe dan metropolan. Heke ku di hilbijartinê de kêmaniyek hebe jî ev jî girêdayî vê ye. Lê Cizîr dîsa li ser lingên xwe ye. Dibe ku encama herî xurt îro li Cizîrê derketiye. Îktîdar niha weke ku di navbera du aliyan de şer hebe tevdigere. Ev rêbaza niha li ser me diceribîne jî tu eleqeya xwe bi siyaset, insanetî û wijdanê nîne. Îro jî Cizîra Botan lewma ewqas dorpêçkirî ye. Niha jî kesên tu eleqeya wan bi partiyê re nîne jî binçav dikin. Di her serdegirtinan de deriyan dişkînin, êriş dikin, berê çekan didin rûyê wan û gelê me aciz dikin. Ev hesta tolhildanê ye.”   'GELÊ BOTANÊ SERÎ NATEWÎNE’   Nart, daxuyand ku tevî êrişan jî gelê herêmê serî natewîne û wiha derbirî: “Bi kabîneya nû re xwestin xwe hinek nerm nîşan bidin. Ji bo ku ji derve wisa xuya bike. Lê li hundir jî em vê dijîn. Anku zilm e, zordarî ye. Gelê me tu carî serî netewand û dê vîna xwe teslîm neke. Dixwazin heta hilbijartinên herêmî jî vî dîmenî nîşanî derve bidin. Lê dê encamekî bi dest nexin. Xelkê Cizîrê ji ber ku encama dixwest bi dest nexist hinek bi hêrse lê qels nebûye. Dê ev hêrs bibe wesîle ku di hilbijartinên pêş de gavên nû bên avêtin. Divê derdorên demokratîk li dijî van operasyonan bêdeng nemînin. Hedef ne tenê Cizîr, Şirnex û Botan e. Hedef gelê kurd e. Heke Botan qels bibe dê hemû derdorên civakê qels bibin. Lewma divê hemû kes piştgiriya hev bike û dengê xwe derxîne. Xelasî bi vê pêkan e.”    BÎLANÇOYA JI 6’Ê GULANÊ HETA NIHA    Bîlançoya girtin û binçavkirinan a ji 6’ê gulanê heta niha ya li herêmê wiha ye:    * 6'ê gulanê: Di serdegirtinên li Cizîrê û gundên wê de Şahîn Cîngû, Behmen Selçûk û Serhabûn Taniş hatin binçavkirin. Piştî îfadeyê hatin berdan.    * 17'ê gulanê: Di serdegirtinên li Cizîrê de 25 kes hatin binçavkirin. Ji van 7 kes jê hatin girtin.    * 22'yê gulanê: Li Şirnexê di serdegirtinên malan de 15 kes hatin binçavkirin. Ji van 5 kes hatin girtin.    * 24'ê gulanê: Li navçeya Hezexê di serdegirtinên malan de ciwanên bi navên Civan Karavîş, Umît Geçgel, Yûsûf Kargol, Mûrat Kavçi, Emrûllah Kavçîn û Rojhat Pîşkîn hatin binçavkirin. Piştî îfadeyê hatin berdan.   * 5'ê hezîranê: Li Cizîrê di serdegirtina malan de 8 kes hatin binçavkirin.   * 6'ê hezîranê: Li Taxa Sûr a Cizîrê di serdegirtina malekê de dayik, bav û 6 zarokên wan hatin binçavkirin.   * 7'ê hezîranê: Li Cizîrê di serdegirtina malan de welatiyên bi navê A.R û M.R hatin binçavkirin. M.R hate girtin.    * 9'ê hezîranê: Li Taxa Cudî û Nûrê yên Cizîrê de polîsan bi ser malan de girtin. Di serdegirtinan de welatiyên bi navên Abîdîn Kuçuk, Îbrahîm Şahna, Remzî Dadak, Nasir Şahna, Bezrîhan Dadak, Salih Bekiroglû, Sînan Dalmiş, Mehmet Çagdavûl, Metîn Ecevît, Ridvan Şahnaz, Serkan Çagli, Rûken Acet, Melîke Dûran, Muhlîs Dalmiş û Hasan Dadak hatin binçavkirin. 15 kes niha li emniyetê tên ragirtin.   MA / Zeynep Durgut