Bi afîşan zarokên hatin qetilkirin bi bîr anîn 2023-06-11 20:20:08   STENBOL - Meclisa Ciwanên HDP’ê, ji bo zarokên ji aliyê leşker û polîsan ve hatin qetilkirin li taxên Okmeydanı afîş daliqandin û bertek nîşanî qetilkirina zarokan dan.    Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê ji bo zarokên ji aliyê polîs û leşkeran ve hatin qetilkirin li gelek taxên Okmeydanı ya Stenbolê afîş daliqandin û bertek nîşanî qetilkirina zarokan dan. Di afîşa ku wêneyên Erdem Aşkan ê 5 salî ku li navçeya Gever a Colemêrgê wesayîta zirxî ya leşkerî lê da û qetilkir, Berkîn Elvan, Ceylan Onkol ên di dîrokên cuda de hatin qetilkirin li ser bûn de bal kişandin ser kuştinên zarokan.    Di afîşê de wiha hate gotin: “Em ê hesaba zarokên di bin panzeran de hatin pelçiqandin bipirsin.”