Piştî 30 salan hate bajarê xwe: Em deyndarên gelê xwe ne 2023-06-11 16:20:20   MÊRDÎN - Ferhan Ay ku 30 salan di girtîgehê de ma û hate berdan, hate bajarê xwe Mêrdînê. Ay, wiha got: “Her çend ku me emrê xwe di girtîgehê de derbas kiribe jî, em dibînin ku hêjta deyndarên gelê xwe ne.”    Ferhan Ay (60) di sala 1993’yan de li Nisêbîna Mêrdînê bi îdiaya “hewldana ji bo dabeşkirina beşekê xaka di bin serweriya dewletê de” hate binçavkirin û piştre jî cezayê muebbeta giran lê hate birîn. Ay, piştî 30 salan di 9’ê hezîranê de hatibû berdan. Ferhan Ay, ji Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Tîpa T a Şakranê hate berdan û derbasî bajarê xwe Mêrdînê bû. Ay, li balafirgehê ji hêla endamên Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAFED) û gelek kesan li balafirgehê hate pêşwazîkirin.    Ay, bi kesên hatin pêşwazîkirina wî re heta demekî sihbet kir. Piştre jî daxuyaniyeke kin da û wiha got: “Heke gotin di cih de be dema min ev dilgermî û hezkirîn dîtî, min tiştên di nava 30 salan de jiyayîn ji bîr kirin. Tu kes nikare pêşî li ber vê bigire. Em baş dizanin ku yê ev dilgermî afirandî, ‘Roja’ me ye. Em dizanin ku tişta ku em anîne ba hev, ew germahî ye. Hêvîdarim ku ev gemahî bibe wesîleya serkeftinê. Gelê me hêjayî tiştên herî delal e. Heta ku ev dilgermî û tifaqe hebe, divê were zanîn ku rojên xweş li pêşiya gelê me ne. Me ji bo gelê xwe çi kiribe jî kêm ma û me kêm kir. Her çend ku emrê me di girtîgehan de derbas bibe jî, em dibînin ku dîsa deyndarên gelê xwe ne. Ji bo me tevan serkeftinê dixwazim.”    Ay û kesên pê re piştre jî derbasî mala malbata xwe ya li navçeya Artûklûyê bûn.