‘Navenda Bîra Komkujiya Madimakê’ dest bi weşanê kir 2023-06-11 13:37:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Konfederasyona Yekitiyên Elewiyan ên Ewropayê têkildarî xebatên ji bo “Komkujiya Madimakê”, bi navê “Navenda Bîra Komkujiya Madimakê” pirtûkxaneyeke dîjîtal vekir.   Komên nîjadperest û îslamperest ên girêdayî MHP û Mîllî Goruşê di 2’ê tîrmeha sala 1993’yan de li Hotêla Madimakê ya bajarê Sêwasê komkujiyeke mezin kir. Di komkujiyê de 33 rewşenbîr, hunermend û 2 xebatkarên hotêlê di komkujiyê de hatin qetilkirin. Li gel ku bi ser komkujiyê re 30 sal derbas bûne jî hêj jî komkujî nehatiye ronîkirin.    Konfederasyona Yekitiyên Elewiyan ên Ewropayê (AABK) têkildarî komkujiyê xebateke berfireh û domdirêj dabû destpêkirin û di 10’ê hezîranê de bi navê “Navenda Bîra Komkujiya Madimakê” pirtûkxaneyeke dîjîtal vekir. Bi qasî 4 hezar pirtûk, gotar, kovar, dosyayên dozê, rapor, wêne, name, helbest, vîdeo, biyografî li pirtûkxaneyê hatine barkirin.   Di çarçoveya projeyê de her kes dikare Muzeya Madimakê li ser dijîtalê ziyaret bike. Di 30’emîn salvegera komkujiyê de jî dê belgefîlma “Komkujiya Sêwasê” li pirtûkxaneyê bê weşandin.   Yên dixwazin dikarin li ser vê lînkê bigihînin pirtûkxaneyê: https://kutuphane.madimak.org/