Ji ber 'zêdebûna maliyetê' çêkirina nexweşxaneyê hat sekinandin 2023-06-11 09:35:06   ŞIRNEX - Li Silopiyayê çêkirina Nexweşxaneya Welidînê û Zarokan ku di 2020'an de dest bi çêkirina wê hatibû kirin, ji ber "zêdebûna maliyetê" hat sekinandin.    Li navçeya Silopiya ya Şirnexê, Midûriyeta Giştî ya Veberhênanên Tenduristiyê û Şîrketa Înşeat, Mîmartî û Endezyariyê ya Olgûn Gurê, di 10'ê Îlona 2020'î de dest bi çêkirina Nexweşxaneya Welidandinê û Zarokan kirin. Bedêla îhaleya çêkirina nexweşxaneyê di sala 2020'î de 64 milyon û 444 hezar hat diyarkirin. Piştî îhaleyê dest bi çêkirina nexweşxaneyê hat kirin. Di peymanê de hat diyarkirin ku divê nexweşxane di 700 rojên kar de bê temamkirin. Lê 2 sal derbas bûne hê jî nexweşxane nehatiye temamkirin.    Fîrmayên ku îhaleya çêkirina nexweşxaneyê girtine, bi hinceta zêdebûna maliyetan, çêkirina nexweşxaneyê dan sekinandin. Nayê zanîn, dê kengî car din dest bi çêkirina nexweşxaneyê bê kirin.