Li Êlihê panela der barê xebatên akademîk ên kurdî de 2023-06-10 18:42:26     ÊLIH - Akademîsyen Mikaîl Bulbul ku di panelê de ya der barê xebatên akademîk ên kurdî de axivî, diyar kir ku gelê kurd di şert û mercên zehmet de zimanê xwe bi ruh dike.    Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Ariyê ya Êlihê (ARÎ-DER) û Egîtîm-Sen a Şaxa Êlihê, têkildarî xebatên akademîk ên kurdî de li Kooperastîfa Esnaf û Sinhetakaran  panelek li dar xist. Bawer Erîşen moderatoriya panelê kir. Ji Beşa Kurdolojiyê ya Zanîngeha Artûklûyê  Doç. Dr. necat Keskîn, Doç. Dr. Zulkuf Ergun û Mîkaîl Bulbul wekî axivêr tevlî panelê bûn. Rêveber û endamên Partiya Çepên Kesk, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê, Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê û gelek welatî tevlî panelê bûn.    Di panelê de Doç. Dr. Necat Keskîn di axaftina xwe de destîşan kir ku ji bo pêşxistina xebatên akademîk kurd divê plan û armancekê deynin ber xwe û bal kişand ser kêmasiyên di vî warî de.    Doç. Dr. Zulkuf Ergun jî di axaftina xwe de destnşan kir ku di warê parastina kurdî de divê her kes bifikire û ji bo vê gavine berbiçav bên avaêtin.    Dr. Mikaîl Bulbul ku bi KHK'ê hat îxrackirin jî di axaftina xwe de diyar kir ku gelê kurd di şert û mercên zehmet de zimanê xwe bi ruh dike.    Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.