Bertek nîşanî binçavkirina Hevşaredarên Panosê dan 2023-06-10 16:16:05   AGIRÎ - Hevserokê HDP’a Panosê Rifat Bedîr ê bertek nîşanî binçavkirina Hevşaredarên Panosê da, bi gotina “Ne hiqûqî ye ku berpirsyarên şîrketa taşeron a li şaredariyê li hevşaredaran bê barkirin” banga berdana wan kir.    Hevşaredarên Navçeya Panosê ya Agiriyê Muşerref Geçer û Emrah Kiliç û Midûrê Çavkaniya Mirovan Ûgûr Laçîn pêr di saetên serê sibê de hatibûn binçavkirin û hêj di bin çavan de ne. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Panosê têkildarî binçavkirinan li ber avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê.    ‘BINÇAVKIRIN NE HIQÛQÎ NE’    Hevserokê HDP’a Panosê Rifat Bedîr ê di daxuyaniyê de axivî, anî ziman ku binçavkirin bêhiqûqî ne û wiha got: “Ne hiqûqî ye ku berpirsyarên şîrketa taşeron a li şaredariyê li hevşaredaran bê barkirin. Bêyî ku hevşaredarên me bên binçavkirin jî îfadeya wan dikarî bê wergirtin. Ev rewş ne exlakî û hiqûqî ye. Em ê her tim daxwaza xwe ya demokrasî û hiqûqê biqîrin. Em dixwazin demildest hevserokên me bên berdan.”   Li aliyê din tê payîn ku hevşaredarên di bin çavan de roja duşemê derxînin dozgeriyê.