Mexdûrên erdhejê: Bila fatûreyên hatine birîn bên betalkirin 2023-06-10 15:47:23   HATAY - Piştevaniya Erdhejê ya Hatayê nerazîbûn nîşanî fatûrayên ji mexdûrên erdhejê re hatine şandin da û xwest fatûreyên ceyran, av, gaza xwezayî û înternetê werin betalkirin.    Piştevaniya Erdhejê ya Hatayê têkildarî fatûreyên ceyran, av, gaza xwezayî û înternetê ji mexdûrên erdhejê re hatine şandin li Parka Abdullah Comert a li Samndagiyê daxuyanî da. Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Edeneyê Tulay Hatimogûllari, Hevseroka SYKP’ê Canan yüce û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Endama Piştevaniya Erdhejê Gîzem Guzel daxuyanî da û diyar kir ku piştî erdhejê fatûreyên li herêma afete bêyî ku demê diyar bikin hatine taloqkirin, fatûreyên ku beriya erdhejê jî deynên wan hebûne bi biryanameyê hatine sifirkirin lê fatûreyên komî ku şandine ji kesan re û navnîşanan dîtine ku deyn hatine taloqkirin.    'FATÛREYAN RAWESTÎNIN’    Guzel anî ziman ku mexdûrên erdhejê ragihandine dê nikaribin fatûreyan razînin û û got: “Bila kes ne li bendê be ku em ê fatûreyan bidin. Em van planên qirêj red dikin. Deynê kesî li me te tine ye. Ya rast rayedar deyndarê gelê me ne. Em bang li şirketên belavkirinê yên ceyranê, av, gaza xwezayî û înternetê dikin; Fatûreyên li herêma afete bi lezgînî awstînin! Em gazî hikumetê jî dikin; Bila ev fatûre bên betalkirin. Bila rojek mesrefê Qesrê ji bo van fatûreyên ku ne deynê xelkê me ye were razandin.”     'HÊ JÎ HEWCEDARÎ BICIH NEHATINE’    Parlamenter Tulay Hatimogûllari jî da zanîn ku meh bi ser erdhejê re derbas bûne, hê jî îktidarê agahî nedaye ku wê kengê mal û kargeh ji xelkê re bên çêkirin. Hatimogûllari anî ziman ku hê jî hewcedariyên mexdûran ên wek zexîre, kelûpelên paqijiyê, kon û konteyneran nehatiye bicihanîn lê radibin fatûreyan li welatiyan dibirin.