Bayindir: Em ê bi guhdarkirina gelê xwe têkoşînê mezin bikin 2023-06-10 13:42:12 AMED - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ê di civîna Lijneya Rêveberiya Herêmî ya Demokratîk a HDP’ê de axivî, diyar kir ku gelê kurd di hilbijartinan de rê neda AKP’ê û MHP’ê û wiha got: “Em ê gelê xwe guhdar bikin. Têkoşîna xwe mezin bikin.”   Rêveberiyên Herêmî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Otela Mîtannî civîna nirxandina hilbijartinê li dar xist. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevberdevkên Rêveberiya Herêmên Demokratîk a HDP’ê Mehmet Ruştu Tiryakî û Halîde Turkoglû, hevşaredar û endamên meclise yên hatin hilbijartin tev li civînê bûn. Piştî rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dan, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir nirxandin kirin.    ‘KURDAN SEKNEKE DÎROKÎ NÎŞANDAN’    Bayindir, anî ziman ku piştî hilbijartinê bi hemû sazî û dezgehên xwe ve ketina pêvajoya rexnekirin û xwerexnedayînê û wê nîqaş û plankirinên dirêj bikin. Bayindir, da zanîn ku armanc dikin nîqaşan bi encam bikin û plankirineke baş deynin pêşiya xwe û wê encaman bi rayagiştî û gel re parve bikin. Bayindir, axaftina xwe wiha domand: “Hûn dizanin piştî hilbijartinên di 14 û 28’ê gulanê de hem ji bo tevgera siyasî ya kurd hem jî ji bo desthilata AKP’ê û MHP’ê nîqaş û rexne derketin holê. Têkildarî encamên ku ketin berê me ji 15’ê gulanê ve bênavber nîqaşên xwe didomînin. Li Kurdistan, Tirkiye û Anatoliyayê pêngaveke gelekî girîng li benda me ye. Encamên hilbijartinê ji bo pêvajoya dîrokî da destpêkirin. Gelê kurd di her du hilbijartinan de jî li Kurdistanê li dijî AKP’ê û MHP’ê sekneke dîrokî nîşan da.”   ‘YA JI BO ME GIRÎNG DAXWAZÊN GELÊ ME NE’    Bayindir, diyar kir ku gelê kurd li Kurdistanê rê neda pergala Erdogan û da zanîn ku weke di encama her du hilbijartinan de jî diyar dibe AKP û MHP li Kurdistanê veguherîne partiya tabelayê. Bayindir bi bîr xist ku têkildarî encamên hilbijartinê jî pêvajoya xwe rexnedayînê dane destpêkirin û wiha berdewam kir: “Ji bo em qelsbûna xwe bibînin û bi rexnekirin û xwe rexnedayînê ji holê rakin em ê pêngaveke mezin deynin li ber xwe. Divê em ji bo serkeftin û azadiya gelê me em vê rêyê bişopînin. Em ê di mehên hezîran, tîrmeh û tebaxê de bi van rexneyan xebatên ku ‘kêmasî ji ku derketin holê’ û ‘em dikarin çawa rast bikin’ bimeşînin. Em ê xebateke layiqî vî gelî bimeşînin. Em ê temsiliyeta vê di van nirxan de derxînin holê. Ya ji bo me herî girîng daxwazên gel in.”   ‘AQLÊ AKP’Ê, MHP’Ê Û DEWLETÊ DI NAVA PANÎKÊ DE NE’    Bayindir, bi lêv kir ku desthilata AKP’ê û MHP’ê tevî hemû derfetên dewletê jî bi awayekî serkeftî ji hilbijartinê derneket û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber vê yekê yên ketine nava panîkê ne partî, sazî û dezgehên me ne. Li Rojhilata Navîn qertên siyasetê tên belavkirin û tê xwestin Rojhilata Navîn bê dîzaynkirin. Di hilbijartinan de derkete holê ku ji bo gelê kurd û Kurdistanê tu rewabûna AKP’ê û MHP’ê nîne. Ev nayê wê wateyê ku em kêmasiyên xwe nabînin. Ji ber vê yekê yên di nava panîkê de desthilata AKP’ê û MHP’ê ye. Em vê yekê di kabîneyên wan de dibînin. Desthilata AKP’ê û MHP’ê hemû komên qirêj û netewperest girtin cem xwe û bi piştgiriya dewletê dixwaze vê bidomîne. Li dijî berxwedana gelê kurd zêde wextê vê faşîzmê nema. Ji ber vê yekê wê ev desthilat zêde pêş nekeve. Bi plan û projeyên aqlê dewletê pêk anîn xwestin rêxistinkirina gelê kurd bi hêzên tarî, komên netewperest ên weke HUDA-PAR’ê qels bikin. Înkara sed salan dixwazin bi van re bidomînin. Ev mekanizmaya wê jî wê di demekî nêz de bişewite. Ji ber vê yekê tu kîjan dînamîkan tev li bikî bike nikarî li dijî berxwedana gelê kurd serbikevî. Em baweriyê bi xwe û gelê xwe bînin. Xebatên xwe li gorî vê yekê bimeşînin.”    ‘YA KU TENGAV BÛYE DESTHILATA AKP’Ê Û MHP’Ê YE’    Bayindir ê qala daxwazên gel kirin, anî ziman ku xebatên xwe dê di çarçoveya daxwaza gel zêde bikin û wiha domand: “Gelê kurd zimanê xwe dixwaze. Gelê kurd statuya siyasî ya Kurdistanê dixwaze, gelê kurd makeqanûneke demokratîk dixwaze. Di xala çareseriya pirsgirêka kurd de tu rêya dewletê û desthilatê nîne. Kabîneya îro hatiye dizaynkirin, kabîneyeke sivik e. Ev kabîne ew kabîneya ku polîtîkayên şerê taybet bimeşîne ye. Em ê ji bo dengê gelê xwe, siyaseta demokratîk bimeşînin. Em sazî, dezgeh û partiyên xwe j ibo siyaseteke demokratîk ji nû ve ava bikin û serbikevin. Gelê kurd li dijî polîtîkayên zilm, zehmetî û tune hesibandinê têkoşîna xwe didomîne. Ya ku îro difetise û tengav bûye desthilata AKP’ê û MHP’ê ye û polîtîkaya wê ya înkarê ya 100 salan e.”   ‘DAXWAZÊN GEL’    Bayindir, bal kişand ser girîngiya civîna Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di erdhejê de jî hate dîtin ku desthilat nikare bi rê ve bibe. Di erdhejê de 3 şaredariyên biçûk tişta ku AKP’ê û MHP’ê nekarî bike kir. Ji ber van hemû sedeman, desthilata AKP’ê û MHP’ê bi vê ferasetê nikare zêde pêş bikeve. Em ê daxwazên gelê xwe çawa çareser bikin. Em ê ji bo gund bi gund, mal bi mal, kolan bi kolan çawa zêdetir pêş ve bibin nîqaşan bikin. Em ê îro van biaxivin. Em dikevin hilbijartinên herêmî. Em ê daxwazên gelê xwe guhdar bikin. Ev jî ji bo pêşeroja me sedemeke girîng e.”   Civîn piştî axaftina Hevserokê Giştî yê DBP’ê Bayindir ji çapemeniyê re girtî didome.