Çalakiya Dayikên Şemiyê vê carê jî bi hinceta maça Lîga Şampiyonan hat astengkirin 2023-06-10 13:36:50 STENBOL - Polîsan li Qada Galatasarayê dorpêça li pêşiya Dayikên Şemiyê ranekiriye. Polîsan vê carê jî bi hinceta maça Lîga Şampiyonan a UEFA’yê heye dayikan û parêzvanên mafên mirovan kir binçavan.  Dayikên Şemiyê bi daxwaza aqûbeta windayên wan zelal bibe û kujer bên darizandin û cezakirin, xwestin di hefteya 950’emîn de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe li dar bixin. 9 hefte ye polîs tevî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn ku ji bo Dayikên Şemiyê daye jî lê çalakiyê asteng dikin. Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Îzmîrê Burcugul Çubuk û Parlamenterê HDP’ê yê berê Mûsa Pîroglû jî piştevaniyê dan çalakiyê.    BI GULÊN DI DESTÊ XWE DE MEŞIYAN    Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan bi gulên di destên xwe de li Cadeya Îstîklalê ber bi Qadê ve meşiyan. Polîsan li Qadê dayikan û parêzvanên mafên mirovan dorpêç kirin.    VÊ CARÊ JÎ MAÇA LÎGA ŞAMPIYONAN KIRIN HINCET    Polîsan vê hefteyê jî maça Lîga Şampiyonan a UEFA’yê kirin hincet, destûr nedan çalakiyê û daxuyaniyê.    Ji xizmên windayan Masîde Ocak di nava dorpêçê de bertek nîşanî polîsan û qedexeyê da û got: “Vê hefteyê jî bi hinceta maçê çalakiya me asteng kirin. Em ê qasek din werin binçavkirin. Em ê dest ji lêgerîna windayên xwe bernedin.”    DÎSA DAYIKAN KIRIN BINÇAVAN    Polîsan rojnamevanan ji dorpêçê dûr kir û Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan jî di nav de 20 kesî kirin binçavan.    WELATIYÊ BERTEK NÎŞAN DA HAT BINÇAVKIRIN    Welatiyek nêzî qadê bertek nîşanî binçavkirinan da û got: “Dayikên Şemiyê 28 sal in li vir li aqûbeta zarokên xwe dipirsin. 9 hefte ne tên binçavkirin. Tenê edaletê dixwazin.” Paşê polîsan li vî welatiyî da û wî jî kirin binçavan.    ÎHD'a Stenbolê navên kesên hatine binçavkirin ragihand: Besna Tosun, Maside Ocak, Hasan Karakoç, Merîç Eyuboglû, Cuneyt Yilmaz, Leman Yurtsever, Alî Tosûn, Alî Ocak, Selvî Gulmez, Hanîfe Yildiz, Mîkaîl Kirbayir, Îrfan Bîlgîn, Hunkar Yûrtsever, Sebla Arcan, Hatîce Korkmaz, Îsmaîl Yucel, Meryem Bars, Îkbal Eren, Mukaddes Şamîloglû, Aylîn Tekîner.