Dadgehê biryara qedexeya Meşa Gemlikê ya Walîtiyê betal kir 2023-06-10 11:29:34   WAN - Dadgeha Îdare ya Wanê, biryara qedexeya 3 rojan a meş û derketina derveyî bajêr a Walîtiya Colemêrgê ya beriya “Meşa Gemlîkê” ya ku dihat plankirin di 6’ê sibatê de bê lidarxistin lê ji ber erdhejê hate betalkirin, bêhiqûqî dît û biryar betal kir.    Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) û Komeleya Yekitî, Çand, Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) plankiribû ku di 6'ê Sibatê de bi boneya salvegera Komploya Navdewletî ya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û tecrîda li Îmraliyê bi dirûşma "Em ji bo çareseriyê ber bi Îmraliyê ve dimeşin" ber bi Gemlîkê ve bimeşin lê ji ber erdhejê hatibû betalkirin. Beriya betalkirina meşê Walîtiya Colemêrgê meş qedexe kiribû. Ev biryar bêhiqûqî hate dîtin.    DERKETINA DERVEYÎ BAJÊR HATIBÛ QEDEXEKIRIN   Beriya meşê Walîtiya Colemêrgê biryara qedexeyê ya du rojan wergirtibû, derketina rêveberên HDP’î ya derveyî bajêr hatibû sînordarkirin û ji gelek noxteyên hatibûn danîn ceza li wesayîtan hatibû birîn. Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya îtîrazî biryarê kiribû serî li Dadgeha Îdare ya Wanê dabû xwestibû ku biryar were betalkirin. 4’emîn Dadgeha Îdare ya Wanê ku serlêdan nirxand biryara “Walîtiyê biryareke ku azadiya gerê sînordar bike wergirtî ye û ev biryar ne li gorî hiqûqê ye” da. Dadgehê bal kişand ku mafê civîn û xwepêşandanan di çarçoveya azadiya îfadeyê de ye û din av nirxên bingehîn ên civaka demokratîk de cih digirin.