Ji ber ‘sindoqa winda’ doz li rojnamevan Kanbal hate vekirin 2023-06-10 09:29:45   MÊRDÎN - Derbarê rojnamevan Ahmet Kanbal ê têkildarî sindoqa hilbijartinê ya li Mêrdînê windabûyî li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal parve kir de bi îdiaya “Agahiyên xelet belavkirine” doz hate vekirin.     Derbarê nûçegihanê ajansa me Ahmet Kanbal de ji ber di nava mehên nîsan û gulanê de du nûçe parve kirin bi îdiaya “agahiyên xelet belavkirine” du lêpirsînên cuda hatin vekirin. Dozgeriyê têkildarî yek lêpirsîna derbarê Kanbal de hatibû destpêkirin biryara neşopandinê da û têkildarî ya din jî îdianame amade kir û doz vekir.    BIRYARA NEŞOPANDINÊ     Li gundê Cinata yê li herêma Omeriya Mêrdînê di 8’ê nîsanê de endamê HPG’ê Mûsa Kahraman (Xebatkar Bagok) û Lokman Gorgun ê bavê 8 zarokan bi îdiya PKK’î ye ji aliyê leşkeran ve hatibû kuştin. Derbarê nûçegihanê ajansa me Ahmet Kanbal de ji ber têkildarî vê mijarê nûçe çêkirine û li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal parve kiriye bi îdiaya “Agahiyên xelet belavî rayagiştî kirine” lêpirsîn hatibû dest pê kirin. Wezîrê Karê Hundir îdia kiribû ku Kahraman û Gorgun PKK’î ne lê di nûçeyê de bal hatibû kişandin ku Gorgun bavê 8 zarokane û bi şivantiyê debara xwe dike. Dozgeriyê têkildarî lêpirsîna mijarê hatiye vekirin bi hinceta “Di çarçoveya dosyayê de delîl, şop û nîşaneyên şênber ên ji bo doza cemaweriyê pêwîst e nîne” biryara neşopandinê da.     JI PARVEKIRINA SINDOQA WINDA RE DOZ HATE VEKIRIN     Têkildarî lêpirsîna duyemîn a derbarê Kanbal de hatiye vekirin, parvekirina wî ya têkildarî sindoqa bi hejmara 1363 ya dema hilbijartinên 14’ê gulanê de hatiye windakirin û serokê sindoqê weke hincet hate nîşandan. Îdianameya derbarê lêpirsînê de hatiye amadekirin ji aliyê 1’emîn Dadgeha Ceza ya Asliye ya Mêrdînê ve hate qebûlkirin. Îdianameya tevî girtekên têkildarî windabûna sindoqê û serlêdanên têkildarî sindoqê yên partiyên siyasî hene jî hatiye amadekirin, bin hinceta ku parvekirin 25 deqîqe piştî dîtina sindoqê hatiye kirin, xwest ku ceza bê dayîn.    Di îdianameyê de derbarê rojnamevan Kanbal de ji xala 217’an a TCK’ê ya “belavkirina agahiyên xelet” ji salekê heta 3 salan cezayê hefsê hate xwestin.