Di doza ‘guh nedin ên weke serokkomar ji we pereyan dixwazin’ de biryara beraetê 2023-06-06 11:47:38   AMED - Bi sedema ku li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal peyama “Guh nedin kesên xwe weke serokkomar didin naskirin û ji we pereyan dixwazin ”, derheqê Serkan Ç. de doz hatibû vekirin. Derheqê Ç. de biryara beraetê hatibû dayîn û Dadgeha Îstînafê jî ev biryar erê kir.    Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan di sala 2020’an de bi sedema pandemiyê kampanyaya bexşkirinê dabû destpêkirin. Ev kampanya di demekî kin de li ser medyaya dijîtal vîral bûbû û welatiyê bi navê Serkan Ç. jî têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kiribû: “Guh nedin kesên xwe weke serokkomar didin naskirin û ji we pereyan dixwazin.” Ji ber vê parvekirinê, li Serkan Ç. bi îdiaya “heqaret li serokkomar kiriye” doz hatibû vekirin. Bûyer li Amedê qewimî û kesekî di 31’ê adara 2020’an de li ser komeke whatsappê Serkan Ç. îxbar kir. Serdozgeriya Komarê ya Amedê jî li ser vê yekê derheqê Serkan Ç. de lêpirsîn da destpêkirin. Wezareta Dadê di 4’ê tebaxa 2021’an de biryara teqîbatê da û li ser vê yekê bi îdiaya sûcê “heqaret li serokkomar kiriye” îdianame hate amadekirin. Di îdianameyê de wiha hat gotin: “Gumanbar di koma whatsappê de bi gotina ‘guh nedin kesên xwe weke serokkomar didin naskirin û ji we pereyan dixwazin’ re heqaret kiriye.”Îdianame ji hêla 12’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ve hate qebûlkirin û ji bo Serkan Ç. ji salekê heta 4 salan cezayê hefsê hate xwestin.    JI BER KÎNAYEYÊ CEZA XWEST    Di danişîna dozê de Serkan Ç. got ku parvekirina xwe bi mebesta mîzahê kiriye û heqaret nekiriye. Dozger jî di mutalaaya xwe de got; “her çiqas di gotinên wî de raste rast heqaret nehatibe kirin jî, bi rêya kînayeyê heqaret li serokkomar kiriye.” Bi vê hincetê jî xwest ku Ç. were cezakirin.    Dadgehê ji bo Serkan Ç. biryara beraetê da û got ku di parvekirina heyî de hêmayên sûcê heqaretê derneketine holê û parvekirina heyî sûc nîne.    ÎSTÎNAFÊ RED KIR   Piştî biryara beraetê ya dadgehê, dozger û parêzerên Erdogan li Dadgeha Edliyeyê ya Herêmê ya Amedê îtîraz kirin. Dadgeha Îstînafê jî biryara dadgehê di cih de dît û bi piraniya dengan îtîraz red kir. Bi vê yekê re parêzer û dozger nikarin li Dadgeha Bilind jî îtîrazê bikin.