‘Li dijî kedkarên tenduristiyê polîtîkayên tundiyê dimeşînin' 2023-06-06 09:02:37   STENBOL - Endamê YK ya ÎTO’yê Saffet Ercan diyar kir ku li welat li dijî kedkarên tenduristiyê polîtîkayeke tundiyê heye û wiha got: “Li welatekî ku hiqûq nayê naskirin, makeqanûn tune tê hesibandin kedkarên tenduristiyê dê nesikinin.”   Kedkarên tenduristiyê ku para xwe ji polîtîkayên desthilata AKP’ê girtine, çareyê di terkirina welat de dibînin. Piştî ku di hilbijartina Serokkomariyê de namzetê Tifaqa Cûmhûr Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan ji nû ve hate hilbijartin, hejmara kedkarên tenduristiyê ku “Belgeya Rewşa Baş” werdigirin û derdikevin derveyî welat jî zêde bû. Li gorî daneyên Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB) di sala 2020’an de hejmara kesên ji bo derkevin derveyî welat “Belgeya Rewşa Baş” wergirtine 931, di sala 2021’an de hezar û 405, di sala 2022’yan de jî 2 hezar 685 û di 4 mehên  ewilî yên sala 2023’yan de jî bûn 881 kes. TTB’ê ragihand ku piştî hilbijartinên 14’ê Gulanê hejmara kedkarên tenduristiyê yên ji bo “Belgeya Rewşa Baş” serî lê dane zêde bûne.    SERLÊDAN DU QET ZÊDE BÛN   Endamê Lijneya Rêveberiya Odeya Bijîşkan a Stenbolê (ÎTO) Dr. Saffet Ercan diyar kir ku kedkarên tenduristiyê ji ber polîtîkayên AKP’ê û krîza aborî ji bo welat terk bikin her tim di nav lêgerînekê de ne. Ercan, da zanîn ku ji bo tenduristvan biçin derveyî welat neçarin ku “Belgeya Rewşa Baş” wergirtin û anî ziman ku ev daneyên bi dest xistine jî ji van serlêdanan wergirtine. Ercan, destnîşan kir ku piştî sala 2023’yan û bi taybetî jî piştî hilbijartinên 14’ê Gulanê hejmara serlêdanên ji wan re hate kirin du qat zêde bûne.    Saffet Ercan   WÊ MALIYETA WÊ JI TIRKIYEYÊ RE ÇÊBIBE   Ercan, bi bîr xist ku Erdogan ê beriya niha ji kedkarên tenduristiyê re digot “Biçin jî bila biçin” piştî rewş ferq kir ji wan re banga “Paş ve werin” kir û anî ziman ku di rewşa heyî de bangên tên kirin kedkarên tenduristiyê paş ve naînin. Ercan, axaftina xwe wiha berdewam kir: “Polîtîkayên AKP’ê yên li dijî xebatkarên tenduristiyê rewşeke berovajî deyne holê. Di nava welatên ku di Rêxistina Pêşvebirin û Hevkariya Aboriyê (OECD) de cih digirin Tirkiye xwedî rêjeya herî kêm a bijîşkan e. Elbet dê maliyeta bijîşkên ku çûyîne hebe. Di sala 2022’yan de 2 hezar û 500 bijîşk çûn derveyî welat. Em çavkaniyên welat ji bo xwendekarên mezûn dibin xerc dikin lê van xwendekaran welatên din digirin û dinirxînin. Ev ked hemû vala diçe. Ji bo jiyaneke baştir welatê lê dimînin terk dikin. Heke pêşî li vê yekê neyê girtin wê Tirkiye di pêşerojê de di xizmeta tenduristiyê de pirsgirêkên gelek mezin bikişîne.”   XETEREYA TENDURISTIYÊ YA LI BENDA BEL!   Ercan, anî ziman ku dê ev rewş ji aliyê tenduristiya gel de rê li ber encamên neyînî veke û wiha pê de çû: “Kêmasiya bijîşkan dê were wê wateyê ku welatiyek bajêr bi bajêr nexweşxane bi nexweşxane bigere. Welatiyekî nexweş êdî dê bijîşkekî ku wê tedawî bike nabîne. Weke kedkarekî tenduristiyê ez ji vê tabloyê re gelek xemgîn dibim. Her wiha niha di randevuyên tenduristiyê de kêmasiyên gelek cidî derketine holê. Gelek hempîşeyên me ku ji nexweşxaneyên dewletê îstîfa kirine û çûne nexweşxaneyên taybet hene. Li welatekî ku hiqûq nayê naskirin û makeqanûn tune tê hesibandin kedkarên tenduristiyê nasekinin. Em dikarin bibêjin yek ji pirsgirêkeke herî mezin ku di pêşerojê de li benda Tirkiyeyê ye pergala tenduristiyê ye.”   ‘BIJÎŞK DIXWAZIN WEKE MIROVAN BIJÎN’    Ercan, bi lêv kir ku li welat li dijî kedkarên tenduristiyê tundiyeke cidî heye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tenê ji aliyê aborî ve nirxandina pirsgirêkan ji bo xebatkarên tenduristiyê dê şaş be. Ji ber polîtîkayên tenduristiyê yên AKP'ê li dijî bijîşkan tundiyeke gelekî giran heye. Gelek hempîşeyên me li nexweşxaneyan ji aliyê nexweşên xwe ve hatin qetilkirin. Ji sala 2011’an û vir ve bi taybetî tundiya li dijî bijîşkan derketiye pêş. Em niha dixwazin bi nexweşan re têkiliyeke demokratîk deynin. Bijîşk dixwazin li vî welatî bi rengekî însanî bijîn. Tirkiye di salên dawî de ketiye bin pîvanên welatên modern. Em di serdemeke wisa re derbas dibin ku biryarên keyfî yên li welat diyarker in. Ne welatî û ne jî em ji pirsgirêkên di xizmeta tenduristiyê de berpirsyar in. Yên ku vê polîtîkaya tenduristiyê bi rê ve dibin, ji vê berpirsyar in.”   MA / Ferdî Bayram