Ji dosyeya KCD’ê ya Rihayê piştî 4 salan beraet bû 2023-06-05 14:33:19 RIHA - Hevserokê DBP’a Rihayê yê berê Vahît Akgun ku ji doza KCD’ê dihat darizandin piştî 4 salan hat beraetkirin.    Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Riha yê berê Vahît Akgûn bi hinceta ku delegeyê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ye û beşdarî xebatên wê bûye dihat darizandin. Akgun piştî 4 salan hat beraetkirin. Akgun bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” dihat darizandin. Danişîna dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê hat lidarxistin. Akgun di 29’ê cotmeha 2019’an de bi 28 siyasetmedaran re hatibû binçavkirin û dadgehê bi tevî wî 25 kesan girtibû. Akgun û parêzerê xwe tev li danişînê bûn. Piştî parastinên hatin kirin, şandeya dadgehê ji tênrekirina delîlan biryara beraetê da.