Sekretera Jinan a Giştî ya SES’ê Atabey hate berdan 2023-06-05 13:10:40   ENQERE - Di doza darizandina rêveberên SES’ê de ji bo Sekretera Jinan a Giştî ya SES’ê Selma Atabey biryara tehliyekirinê hate dayîn.    Sekretera Jinan a Giştî ya Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) ya girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Selma Atabay û Hevseroka SES’ê ya berê Gonul Erden jî di nav de bi giştî derheqê 8 rêveberên sendîkayê de bi îdiayên “endamtiya rêxistinê”, “Rêveberiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” doz hatibû vekirin. 9’emîn danişîna dozê li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hate lidarxistin. Erdem ku cezayê hefsa malê lê hatibû birîn bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) ê tev li danişîn bû û Abatay û kesên din ên negirtî tên darizandin jî di danişînê de amade bûn. Her wiha endam û rêveberên KESK’ê û sendîkayên girêdayî wê, rêveberên sendîkayên navneteweyî û nûnerên rêxistinên ked û pîşeyî jî ji bo piştevaniyê di danişînê de amade bûn.    Piştî parastinan, şandeya dadgehê bi şertê kontrola edlî biryara tehliyeyê bo Atabey da û danişîn taloqî 2’yê cotmehê kir.