Li 4 bajaran lehî rabûn: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan 2023-06-05 12:51:26 NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên Kastamonu, Samsun, Sînop û Amasyayê lehî rabûn û 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.    Li bajarên Behra Reş ên Kastamonu, Samsun, Sînop û Amasyayê ji ber barîna barana zêde lehî rabûn. Li navçeya Bozkurt a Kastamonuyê avên rûbaran rabûn û mal û kargeh di bin avê de man. Şevê din li navçeya Ladîk a Samsunê jî kesek li ber lehiyê ket û jiyana xwe ji dest da. Li navçeyên Ladîk, Atakum, Îlkadim, Canîk û Tekkekoy ên Samsûnê; li navçeyên Ayancik û Turkelî yên Sînopê û li navçeya Bozkurt û Înebolu yên Kastamonuyê dibistan ketin betlaneyê. Li gundê Kizilkişlacak ê girêdayî navenda Amasyayê jî wesayîteke ku 2 kes tê de bûn li ber lehiyê ket. Ji kesên ber lehiyê ketin cenazeyê yekî hate dîtin.