Şenyaşar: Wê her kes hesabê sûcê xwe bide 2023-06-03 20:08:18   RIHA- Malbata Şenyaşar, dîmenên piştî komkujiyê yên li ber nexweşxaneyên hatibûn girtin bi nîşeyan "Her kes wê li ber darazê hesabê sûcê li dijî mirovahiyê bide" belav kirin.    Di 14’ê hezîrana sala 2018’an de xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûsa Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kirin. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar filitî, di 9’ê Adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeda Edaletê kirin û di roja 803’an têkoşîn didome. Emîne Şenyaşar ji ber nexweşiyê tevli nobedê nebû û parlamenterê Partiya Çepên Kesk Ferît Şeynşar nobedê li Enqereyê domand.   Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya sanal dîmenên piştî komkujiyê yên li ber nexweşxaneyê hatine girtin bi nîşeya : “Cih;Pirsûs nexweşxana dewletê. Dîmenên piştî komkujiyê yên li ber nexweşxaneyê...Sibê wê dîmenên hundirê nexweşxaneyê jî derkevin holê. Her kes wê li ber darazê hesabê sûcê li dijî mirovahiyê bide" belav kirin.