Ji CÎSST'ê konferansa 'Pandemî û Girtîgeh': Tecrîd girantir bû 2023-06-03 20:00:51 STENBOL - Di roja ewil a konferansa navneteweyî ya "Pandemî û Girtîgeh" a CÎSST'ê de, hat destnîşankirin ku di dema pandemiyê de girtî hîn bêtir rastî tecrîdê hatine.    Konferansa bi sernavê "Pandemî û Girtîgeh" a Komeleya Civaka Sivîl di Pergala Înfazê ya Ceza de (CÎSST), ku dê du rojan bidome, li otêleke Beyoglûyê dest pê kir. Ji gelek welatan parêzvanên mafên mirovan, hiqûqnas, lêkolîner û pisporên girtîgehan beşdarî roja ewil a konferansê bûn. Konferans bi axaftina Seroka Konseya Navendî ya Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) û Pisporê Tiba Edlî Şebnem Korûr Fîncanciyê dest pê kir.    Fîncanciyê ku ji bo pêvajoya pandmeiyê got "Di warê mafan de ji bo me pêvajoyeke pir zehmet bû", destnîşan kir ku di pêvajoya pandemiyê de guh li girtîgehan nehatiye kirin. Fîncanciyê anî ziman ku di vê pêvajoyê de girtîgeh hatine îzolekirin û bi gelek binpêkirinên mafan re rû bi rû mane.    TECRÎD HAT KÛRKIRIN   Fîncanciyê bilêv kir ku desthilat di pêvajoy pandemiyê de li girtîgehan polîtîkayeke cihêkariyê esas girtiye û got: "Tekane mekanîzmaya parastin, ew bû ku girtî hatin tecrîdkirin." Fîncanciyê bilêv kir ku ew parêzvanên mafên mirovên dê li dijî binpêkirinên mafan bidomin.    REWŞA GIRTÎGEHÊN FRANSAYÊ   Paşê bi moderetaoriya Doç. Galma Akdenîz a ji Zanîngeha Bîlgiyê rûniştina ewil a bi ser navê "Li cîhanê çi qewimî" dest pê kir. Lêkolîner Charline Becker, têkildarî pêvajoya pandemiyê ya li girtîgehên Farnsayê hin agahî parvekirin. Becker da zanîn ku di dema pandemiyê de zêdetirî 70 hezra girtî hebûne û got ku  mudaxile bi derengî hatiye xistin. Becker bilêv kir ku Wezareta Dadê wê gavê gotiye dê eksî bernedin, lê paşê hin kes berdane û got ku lê bi awayekî herêmî pêkanînine newkehev hebûn. Becker bilêv kir ku çendî ku li gor "krîteran" liv û tevgerek çêbûbe jî, lê pir hindik kes hatine berdan û got: "Lê mixabin Wezareta Dadê wekî din tu xebat nekirin."    ‘LI ÎTALYAYÊ PERGAL NE AMADE BÛ'   Alessîo Scandûrra ku ji paytexta Îtalyayê Romayê hat, têkildarî girtîgeha li Antîgoneyê de axivî. Scandûrra got: "Li Îtalyayê berdan bi şertî zêde bû. Li girtîgehan çalakiyên protestokirinê çêbûn. 48 serîhildan çêbûn. Li girtîgehekê 13 girtî ji ber dermanên zêde mirin. Gelek eks ji girtîgehan reviya. Pergal ji bo rewşeke lezgîn neamade bû. Guh li qewimînên li girtîgehan nedikirin. Li girtîgehan 10 hezar kes bi qovîdê ketin."    Endama Rêxistina Cîhanê ya Li Dijî ÎŞkenceyê (OMCT) Maryia Kvîtsînskaya jî anî ziman ku pandemî ji bo girtiyên astengdar pir zehmet bûye û got ku gelek dane û binpêkirin nehatin eşkerekirin.    Nûnerê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV) ê Stenbolê Umît Efe jî moderatoriya rûniştina duduyan a bi ser navê "Li Tirkiyeyê çi qewimî*" kir. Di vê rûniştinê de ewilî ji Zanîngeha Bîlgiyê Derûnnas Galma Akdenîz axivî. Akdenîzê diyar kir ku kapasîteya girtîgehên li Tirkiyeyê piştî 2005'an pir zêde bûye û got ku ji sala 2022'yan heya niha nêzî 200 girtîgeh hatine çêkirin û ji bo kêmkirina hejmara girtiyan tu tişt nehatiye kirin. Akdenîzê wiha domand: " Destûrên qovîdê hê jî didomin. Niha tê nîqaşkirin ku vê demdirêj û mayinde bikin. Tê gotin ku niha zêdetirî 256 hezar kes girtî ne, lê di nava van de yên ji ber qovîdê bi destûr î hene. Di pandemiyê de hevdîtinên bi malbatan û parêzeran re hatin sekinandin. Hevdîtinên girtî piştî meha Hezîranê dest pê kiri. Di meha Mijdarê de jî rewş hinekî asayî bû."    BEHSA REWŞA ÎMRALIYÊ KIR   Paşê Sekretera Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Rengîn Ergul axivî. Ergulê jî di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa Girtîgeha Îmraliyê û got: "Li Îmraliyê tenê hevdîtinek jî bi birêz Abdullah Ocalanî Veysî Aktaş, Omer Hayrî Konar û Hamîlî Yildirim re nehat kirin. Tenê birêz Ocalan carekê hevdîtina bi rêya telefonê kir. Li Tirkiyeyê di vî warî de Qanûna Têkoşîna Li Dijî Terorê, di hemû pêvajoyên krîzê de ansetngiyeke mezin e. Di her krîzê de dertê pêşiya me. Em dikarin bibêjin ku berdana bi şertî tê astengkirin."    Koordînatora CÎSTT'ê Berîvan Korkûtê jî destnîşan kir ku li Tirkiyeyê di dema pandemiyê de tevdîrên taybet nehatine girtin û ên herî zêde bandor ji bê girtine jî girtiyên biyanî bûne û got: "Hevdîtin nehatin kirin, bi nexweşîneke ku pê nizanibûn re rû bi rû hatin hiştin."    Rûnitştina dawî jî bi sernavê "Di Warê Zayendiya Civakî de Girtîgeh û Pandemî" bi moderatoriya Endamê UnîKûîrê Mahmût Şeren hat kirin. Di vê rûniştinê de jî dilxwazê CÎSST'ê Merîç Dogan, axivî. Dogan destnîşan kir ku pandemiyê bandoreke mezin li LGBTÎ+'yan  kiriye û got ku girtîgehê wekî cihên du zayendan tenê hatine sêwirandin û ev yek ji bo kesên LGBTÎ+ bûye cihê zor û zehmetiyên mezin.    Bi dû re endama Ewlehiyê ya Reformê ya Girtîgehê Paûla Harrîot li ser rewşa girtîgehên Îngilteryê sekinî. Herî dawî jî endama OHD'ê Parêzer Çîgdem Kozan li ser rewşa girtiyên jin axivî û got ku bi pandemiyê re tecrîd giran bûye û ji ber vê girtî bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû mane.    Konferans bi beşa pris-bersivan bi dawî bû.