Piştî ku hatin revandin agahî jê nehatin wergirtin 2023-06-03 14:27:07 ÎZMÎR - ÎHD’ê aqûbeta endamê ÎHD’ê Edîp Aksoy û Orhan Cîngoz ên piştî di sala 1995’an de hatibûn revandin hatin windakirin pirsîn.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê ji bo çalakiya bi daxwaza “Bila windakirî bên dîtin faîl bên darizandin” ku 2 hefteya carekê li dar dixin li ber Sumerbanka Kevin a Konakê daxuyanî da çapemeniyê. Di çalakiyê de pankartên “Windakirî wijdan in xwedî derkeve” û “Faîl diyar in winda li ku ne” hatin vekirin. Vê hefteyê aqûbeta endamê ÎHD’ê Edîp Aksoy û Orhan Cîngoz ên di 7’ê Hezîrana 1995’an de piştî hatin binçavkirin winda bûn hate pirsîn.    Serokê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Zafer Încîn çîroka Edîp Aksoy û Orhan Cîngoz xwend.