29 sal in aqûbeta wan ne diyar e! 2023-06-03 12:29:08   NAVENDA NÛÇEYAN - ÎHD’ê û malbatên windakiriyan, aqûbeta Salîh Çalik û Sînan Fîdan ên beriya 29 salan hatin windakirin pirsîn.    Malbatên Windakiriyan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê di hefteya 747’emîn a çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya li navçeya Rezanê hatin bahev. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Salîh Çalik û Sînan Fîdan ên di sala 1994’an de li gundê Şahlat ê navçeya Karaz a Amedê di bin çavan de hatin windakirin hate pirsîn.    ‘AŞTÎ JI HILBIJARTINÊ GIRÎNGTIR E’     Sekreterê Şaxa ÎHD’a Amedê Yakûp Guven ê di çalakiyê de axivî, diyar kir ku pirsgirêka kurd ne pirsgirêkeke bi hilbijartinan were çareserkirin û wiha got: “Em diqîrin ku divê aqûbeta windayên me û aqûbeta mirovên me yên bûne qurbanê kuştinên kiryarên nediyar bên aşkerakirin û hesab ji kiryaran bê pirsîn û di nava rojeva hilbijartinê de winda nebin. Ev yek ji rojeva hilbijartinê girîngtir e.”   Rêvebera Şaxa ÎHD’a Amedê Derya Guven jî çîroka Çalik û Fîdan ên di bin çavan de hatin windakirin û careke din agahî ji wan nehate wergirtin xwend.    Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.    ÊLIH   ÎHD û Malbatên Windakiriyan di hefteya 583'yemîn a çalakiya xwe de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Cadeya Gulistanê hatin bahev. Di çalakiya ku pankarta "Bila windakirî bên dîtin faîl bên darizandin" hate vekirin û wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin de malbatên windakiriyan, parazvanên mafên mirovan û endam û rêveberên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên xwe di Dêrgûşa Şaristaniyê de Windakirine re (MEBYA-DER) û rêxistina Partiya Çepên Kesk amade bûn.    Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Salîh Çalik û Sînan Fîdan ên di 6'ê Hezîrana 1994’an de li gundê Şahlat ê navçeya Karaz a Amedê di bin çavan de hatin windakirin hate pirsîn. Rêveberê ÎHD'ê Huseyîn Elçî, diyar kir ku heta ku encamekê bigirin wê pirsgkirina aqûbeta windakiriyan bidomînin.    Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.