Qeyûm eraziyên şaredariyê da ber firotinê 2023-06-03 10:06:23 AMED - Qeyûmê Şaredariya Bajarê Nû li taxa Dokmetaşê 3 eraziyan bi 79 milyon û 873 lîreyê tirk da ber firotinê.  Li Amedê Şaredariya Bajarê Nû ya di bin rêveberiya qeyûm de ye li taxa Dokmetaşê 3 eraziyên ku milkê şaredariyê ye bi rêbaza teklîfa veşartî da ber firotinê. Rêveberiya qeyûm adaya 30179 parsela jimara 1’an  (8 hezar û 957 metrekare) bi 35 milyon û 830 hezarî; adaya 30180 parsela jimara 2’yan (5 hezar û 121 metrekare) bi 20 milyon û 485 hezar; adaya 30185 parsela jimara 2’yan (5 hezar û889 metrekare) jî bi 23 milyon û 558 hezar û 560 lîreyê tirk da ber firotinê.    Têkildarî firotina eraziyên navborî dê di 13’ê hezîranê de îhaleya wan bê kirin. Berdela beşdariya îhaleyê jî 20 hezar lîre hat eşkerekirin.