Taş ê ji sedî 62 astengdarê zîhnî ye bi nivîsên li ser dîwaran hate sûcdarkirin 2023-06-03 09:37:37 MÊRSÎN - Hate diyarkirin ku Azat Taş ê ji sedî 62 astengdarê zîhnî ye bi hinceta li ser dîwaran nivîs nivîsandiye hatiye girtin û li girtîgeha ku birinê rastî lêgerîna tazî hatiye.    Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê bi îdiaya parvekirinên medyaya dîjîtal û pere şandina ji girtiyan re ya bi ser Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (Çûkûrova TÛAY-DER) daye destpêkirin de 24 kes hatin binçavkirin. Ji van 7 kes di 26’ê gulanê de ji aliyê dadgehê ve bi “endamtiya rêxistinê” hatin girtin. Di nav kesên hatin girtin de Azat Taş ê ji sedî 62 astengdarê zîhnî ye jî şandin Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê.    Taş ê di sibata 2018’an de bi îdiaya “madeyên tahlukeyî bêdestûr li cem xwe dihewîne” hate girtin, tevî rapora nexweşxaneya dewletê “Ehliyeta wî ya sûc nîne” jî bi rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) nehate berdan. Taş ê di Adara 2021’an de hate berdan careke din hate girtin.    Taş, ê bi parêzerê xwe re hevdîtin kir da zanîn ku di ketina girtîgehê de rastî lêgerîna tazî hatiye. Parêzerê Taş, Abdulcelîl Akin, tiştên muwekîlê wî di girtîgehê de jiyan vegot. Dayika wî Sûltan Taş jî diyar kir ku kurê wê nikare di girtîgehê de bimîne û banga piştevaniyê li raya giştî kir.    NIKARE PÊDIVIYÊN XWE BI CIH BÎNE   Sûltan Taş, da zanfîn ku lawê wê astengdarê zîhnî ye û wiha got: “Beriya niha jî kurê min li Girtîgeha Tarsûsê ku lê dima gelek caran rastî îşkenceyê hat. Di dema em sala 2020’an de çûn hevdîtina wî ji îşkenceyê difina wî şikandibûn, destên wî reş û şîn bûbûn. Lawê min nikare tena serê xwe pêdiviyên xwe bi cih bîne. Lawê min astengdar e û nexweş e. Dema li derve bû her tim li kolanê ji ser hişê xwe diçû. Divê bi rêk û pêk dermanên xwe bigire, şertên girtîgehê ne li gorî wî ne. Çawa kesekî astengdarê zîhnî tê girtin, ez fêm nakim.”   Taş, axaftina xwe wiha domand: “Lawê min nikare di girtîgehê de bimîne. Ez dixwazim bê şert were berdan. Divê herkes ji bo girtiyên nexweş û astengdar zêdetir bi hestiyar bin.”   PARÊZER: TIŞTEKÎ KU WEKE DELÎL NÎŞAN BIDIN NÎNE   Parêzer Abdulcelîl Akin da zanîn ku di dosyaya Taş de delîleke têkildarî “endamtiya rêxistinê” nîne û ev agahî parve kirin: “Di dosyayê de çûyîna konferansa ku Meclisa Ciwanan a HDP’ê ya Mêrsînê li dar xistiye, malperên ku li ser medyaya dîjîtal dişopîne, nivîsên li ser dîwaran ên sala 2016’an weke delîl pêşkeşî dosyayê hatine kirin. Ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Mersînê û 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrsînê ve biryara beraatê ya beriya niha hebû ku ne sûc e ku tev li konferansa Meclîsa Ciwanan a HDP'ê bibin. Parvekirinên wî yên medyaya dîjîtal jî tespîtek hatiye kirin ku ew malper ecibandine û parvekirine. Di sûcdariya nivîsên li ser dîwaran jî xwendina muwekîlê min heye lê nikare binivîse. Ne pêkane ku li ser dîwaran nivîs binivîse. Salên beriya niha nexweşxane û dadgehan rapor dane ku ehliyeta wî ya sûc nîne. Lê bi raporên ATK’ê hatiye diyarkirin ku ne astengdar e û berdana wî hatiye astengkirin.”   ‘FERZKIRINA LÊGERÎNA TAZÎ’    Parêzer Akin, da zanîn ku Taş jî di nav de 6 kesên pê re hatine girtin di ketina girtîgehê de rastî lêgerîna tazî hatine û wiha berdewam kir: “Cilên muwekîlê min ji ber kirine û lê ferzkirine ku cilên yek tîp li xwe bike. Balif jî nedane qawişa ku lê dimînin. Azat astengdar e û nobeta sarayê derbas dike. Ne di wê rewşê de ye ku tena serê xwe di girtîgehê de bimîne. Dê tedawiya wî li girtîgehê di nivî de bimîne. Muwekîlê min niha bi lêpirsîneke di tîrmeha 2022’yan de hatiye vekirin tê sûcdarkirin. Lêpirsîna hatiye sekinandin di pêvajoya hilbijartinê de hate destpêkirin.”   MA / Dîlan Akyol