Polat: Tecrîd feraseta dewletê ya sedsalî ye 2023-06-03 09:00:53 AMED - Hevserokê OHD'ê ya Şaxa Amedê Riza Polat diyar kir ku tecrîda Îmraliyê feraseta sedsalî ya dewletê ye ku li ser esasên înkarkirin û qirkirinê hatiye avakirin û got ku divê tecrîd bê bidawîkirin û hevdîtin pêk bên.    Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 24 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê tê tecrîdkirin. Zêdetirî du sal in tu xeber ji Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên di Girtîgeha Îmraliyê de nayê girtin. Her wiha serlêdanên ji bo hevdîtinê yên parêzeran û malbatan jî hemû tên redkirin.    Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Amedê Riza Polat, destnîşan kir ku tecrîda Îmraliyê feraseta sedsalî ya dewletê ye ku li ser esasên înkarkirin û qirkirinê hatiye avakirin.    METODA POLÎTÎK A DESTHILATÊ   Polat da zanîn ku di hiqûqa navneteweyî û ya herêmî de tecrîd tune ye û got ku tecrîd metodeke polîtîk e ku desthilat bi vê bekaya xwe didomînin. Polat destnîşan kir ku li Girtîgeha Îmraliyê şert û mercên û rêbazên bêhempa hene û got: "Girtîgeh, di şert û mercên xwe de, li welatê xwe jî hatiye îzeolkirin û dîzaynkirin. Bi awayekî li dijî qanûna xwe ya înfazê û destûra bingehîn, mafê girtî yê pêwendîdanînê û parastina jiyana taybet binpê dike."    Polat bilêv kir ku tecrîd bi saîqên siyasî tê kûrkirin û wiha pê de çû: "Divê ev bêhiqûqîtiya ku li gor kes tê pêkanînan rast bê nirxandin. Em parêzerên ku hiqûqa civakê diparêzin, em ê têkoşîna hiqûqî ya di çarçoveya sînorên qedexe û gunehbar ên desthilatê de nemeşînin. Desthilat û darazeke ku li dijî qanûnên xwe û hiqûqa xwe tevdigere, heye. Tecrîd bi awayekî girankirî didome. Ev tenê ne li Girtîgeha Îmraliyê li hemû girtîgehan belav bûye û heman bêhiqûqîtî lig irtîgehên din jî tên pêkanîn. Em dibînin ku li girtîgehan şert û mercên giran ketine dewrê û girtî rastî îşkenceyan tên."    HEBÛNA KURDAN TÊ TECRÎDKIRIN   Polat axaftina xwe wiha domand: "Ger em rabin tenê bibêjin tecrîd li ser birêz Abdullah Ocalan tê pêkanîn, dê nirxandina me kêm bimîne. Ev pêvajoyeke sedsalî ye. Ziman, çand û hebûna gelê kurd sed sal in tên tecrîdkirin. Mafê perwerdehiya zimanê zikmakî, mafên çandî û neteweyî esas nayên girtin. Gel her tim bi mirinê re rû bi rû ye. Mixabin dengê vî gelî ku bi zilmeke bi vî rengî re rû bi rû ye ne ji aliyê cîhanê ne jî ji aliyê dewletan ve tê bihsîtin. Lewma divê tecrîd di vê çaçroveyê de bê nirxandin û îro berdewama vê tecrîdê jî tecrîda li Girtîgeha Girava Îmraliyê ye. Em dibînin ku ev tecrîd bi tu awayî bi kêrî gelê tirk û gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn nayê."    Polat destnîşan kir ku tecrîd di heman demê de li derve li ser gel jî tê pêkanîn û tecrîdê wekî polîtîkayeke dewletê ya sedsalî pênase kir.    Her wiha Polat ji bo cezayên "dîsiplînê" yên li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tên birîn jî diyar kir ku ev "ceza" bê hincet tên birîn û got ku daraz li gor daxwazên desthilata siyasî tevdigere.    Polat di dawiya axaftina xwe de bilêv kir ku ji bo pêşî li ber siyaseta demokratîk bê vekirin û ji bo mîsogerkirina aştiyeke mayinde divê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Ocalan bê bidawîkirin û hevdîtin pêk bên.    MA / Cengîz Ozbasar