ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2023'YAN 2023-06-03 09:00:14       * Ahmet Ozkan, kurê girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ku çend roj berê hat berdan, diyar kir ku bavê wî tê tecrîdkirin û mehkûmî sendeliyeya biteker bûye û xwestr ku bavê wî bê berdan.    * Hevserokê OHD'a Amedê Riza Polat diyar kir ku tecrîda Îmraliyê feraseta sedsalî ya dewletê ye ku li ser esasên înkarkirin û qirkirinê hatiye avakirin û got ku divê tecrîd bê bidawîkirin û hevdîtin pêk bên.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 803'yemîn de berdewam bike.    * Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD'ê dê li Amed, Êlih û Îzmîrê bi daxwaza winda bên dîtin û kujer bên dîtin û darizandin dê çalakiyên heftane li dar bixin. (12.00-13.00)   * Dayikên Şemiyê bi daxwaza li aqûbeta windayan bipirsin û kujer bên darizandin dê di hefteya 949'emîn de li Qada Galatasarayê bicivin. (12.00)    * Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî wê têkildarî rewşa girtiyên nexweş li ber avahiya ÎHD'a Enqereyê daxuyanî bide. (13.30)   * ÎHD'a Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê di hefteya 584'emîn de li ber avahiya xwe çalakiya "Rûniştina F" li dar bixe. (13.30)    * CÎSST li Stenbolê dê bi sermijara "Pandemî û girtîgeh" konferans li dar bixe. (10.30-17.00)